Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Meha şehîdan: Gulan

Meha gulanê ji bo gelê Kurdistanê meheke taybet û biwate ye. Ev meh ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê hatiye nezirkirin. Ji ber vê ye wek her salê gelê Kurdistanê meha gulanê bi vê hişmendiyê pêşwazî dike û her roja vê mehê bîranînên wan dijî û dide jiyandin. Şehîdan li ser gora wan bi bîr tîne, pêwîstiyên girêdana bi wan re tîne cih.

Bîranîna gelê Kurdistanê ya şehîdan a di meha gulanê de, ji bîranînê wêdetir wateyeke wê ya din heye. Ji ber dewleta TC’ê ya qirker vê rastiyê dizane êrîşê nirx, pîrozî û şehîdan dike. Heger vê pêk bîne pê bawer e, wê gelê Kurdistanê ji nirxê wî dûr bixe û dikaribe her tiştî pê bike.

Ji bo hebûn û pêşeroja gel û civakek girêdana bi şehîdên xwe û xweyîtiya li gorên wan gelek girîng e. Heger gelek ji şehîdên xwe dûr bikeve û nikaribe xweyîtiyê li wan bike, wê were asta xweînkarkirinê û pêşeroja xwe jî wenda bike. Mêtinger li welatên dagir û talan kirine her tim wiha ev yek pêk anîne. Wan ji nirx û pîroziyên wan dûr xistine, perestgehên wan xera kirine û şewitandine, menewiyat û nasnameyên wan înkar kirine. Dema ev pêk anîne, mirov û gelên li wan welatan kirine kole. Dewleta TC’ê ya qirker bi êrîşkirina şehîd û goristanên şehîdan dixwaze vê pêk bîne.

Gelê Kurdistanê bi xweyîtiya li şehîdan “dîwarê tirsê” xera kir, zincîrên taybetmendiyên “civaka” mêtingeh û koletiyê şikandiye.  Şehîdên xwe bi alên kesk-sor-zer xemilandine, meşiyaye û bi vî awayî jî bi ser ketiye. Her çend dewleta TC’ê ya qirker bi qetlîam û pêkutiyan hewl daye gelê Kurdistanê di statuya koletiyê de bihêle jî, negihîştiye armanca xwe û di ancama vê de jî li hemberî gelê Kurdistanê neçar maye paşve vekişe. Dewleta TC’ê ya qirker li hemberî gelê Kurdistanê cara ewil bi vî awayî têk çûye.

Dewleta TC’ê ya qirker bi êrîşa li dijî  cenazeyên şehîdan û goristanên wan dixwaze vê binkeftina xwe binixumîne. Ji dema têkçûna xwe ya ewil di vê hewldanê de ye. Lebelê negihîştiye vê armanca xwe. Berevajiyê vê ev têkçûna wê kûrtir bûye. Êrîşa wê ya li dijî cenazeyên şehîdan û goristanên wan kîn û hêrsa gel zêdetir kiriye.

Di rewşa heyî de dewleta TC’ê ya qirker dev ji êrîşên li dijî cenazeyên şehîdan û goristanên wan bernedaye û vê kiriye parçeyekî şerê xwe yê taybet-qirêj ê li Kurdistanê. Ev polîtîkaya TC’ê ya qirker a li Kurdistanê pêk tîne nû nîne. Ji dema Şêx Seîd, Seyîd Rizayan heta berî wan jî vê polîtîkayê pêk tîne. Bi dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê re bûye polîtîkayeke şerê taybet-qirêj û şerê psîkolojîk ê li ser civakê yê bingehîn.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên li dijî şehîd û goristanên wan serê pêşîn bi leşker û polîsên bi cilên sivîl û bi kesên bipere dida kirin. Piştre hewceyî bi veşartinê nedîtin û êdî bi awayekî aşkera kirin. Bi taybetî bi plana qirkirinê ya bi navê “hilweşandinê” bi zanebûn, rê û rêbaz bêtir dan xuyakirin. Xerakirina Şehîdgeha Garzanê û revandina canazeyên şehîdan ya bi veşarî, bi balafiran bombekirina şehîdgehên gerîlayan ên li Kurdistanê, xerakirina gorên gerîlayan ên li gund, bajar û bajarokan di ancama polîtîkayeke wiha de pêk hatin. Di demên dawî de bi rêya kargoya postaxaneyan şandina cenazeyên gerîlayan ji malabatên wan re, hewldana xerakirina gorên şehîdan bi xizmên wan, asta polîtîkaya wan nîşan didin.

Parçekirina cenazeyan, derxistina ji gorên wan, dizî, îşkence, şikandina kêlên goran, xerakirin, wêrankirin, bi kargoyê şandina cenazeyan ji malbatên wan re, danxerakirina goran bi malbatan; ancax kesên kujer, jirêderketî û nemirov dikarin vana bikin. Ji ber vê ye, bi kargoyê şandina cenazeyan, danxerakirina goran bi malbatan a dewleta TC’ê ya qirker, ji êrîşên şerê taybet-qirêj jî wêdetir in. Ev kiryar û nêzîkatî rûyê wê yê reş bi awayekî aşkera û zelal nîşan dide.

Dewleta TC’ê ya qirker bi kargoyê şandina cenazeyan ji malbatên wan re û xerakirina gorên şehîdan bi destê xizmên wan, dixwaze menewiyatê têk bibe, wateya wan jirêzê û bênirx bike. Hewl dide gelê Kurdistanê yê tercîha xwe ya diyarkirina pêşeroja xwe, Kurdistaneke demokratîk û azad kiriye, bi bêîrade û bênirxkirinê teslîm bigire. Berê ev pêk anîbû. Bi rojan cenaze li erdê bêxwedî hiştibûn, avêtibûn ber heywanên dirinde, ew kiribûn gorên bêkesan û avêtibûn çeman.

Dewleta TC’ê ya qirker dixwaze vegere wan salan. Bi nêzîkbûna pêşwazîkirina meha şehîdan a gulanê ya gelê Kurdistanê bi kargoyê şandina cenazeyên şehîdan û hewldana xerakirina goran ne rasthatinek e. Malbatên şehîdan, hemû gelê Kurdiatanê, kes û derdorên hestiyar ên xweyîtiyê li nirxên mirovahiyê dikin vê rastiyê dibînin. Her roja 2020’an a Meha Şehîdan a Pîroz a Gulanê bi vê hişmendiyê pêşwazî dike, şehîdên xwe li ser gorên wan, li şehîdgehan, li her ciha lê, li hemû qadên têkoşînê bi bîr tîne, dijî û pêşwazî dike.

Nûçeyên Têkildar