Li navçeyên Elbak, Saray û Qelqelî yên Wanê ku dikevin ser sînorê rojhilatê Kurdistanê, di navbera sala 2002-2012’an de 180’ê kurd ên gundî bi hinceta ‘qesibkariyê’ hatin kuştin. Tevî vê qetlîamê jî tu kesek nehate cezakirin û hemû lêpirsînên hatin destpêkirin jî bi biryara ‘neşopandinê’ bi encam bûn. Welatiyê bi navê K. ku di navbera sala 2009-2010’an de li ser sînorê Wan-Rojhilat kir, bûyerên ku bûye şahidê wê ji ANF’ê re vegot. K. ê ku ji ber ewlehiyê nexwest nave xwe aşkera bike, leşkeriya xwe di sala 2009-2010’an de li Qişleya Orgeneral Mûstefa Muglali kir. K. li Qereqola Sînor a Kapikoyê leşkeriya xwe kir, di nava salekê de şahidiya kuştina 3 sivîl û dîsa li Qelqeliyê jî 5 zarokên ku ji ber madeyeke teqemeniyê jiyana xwe ji dest dabûn kir.
K. ji ewil lê kirina navê Mûstafa Muglali ya li qişleyê weke ‘peyama hûn dikarin bikujin em li pişt we ne’ nirxand û wiha got: “Fermandaran Muglali weke leheng nîşan didan. Dema ez li wir 3 kes hatin kuştin. Digotin ‘qaçaxçî’ ne. Di lîsteyên tên tomarkirin de jî weke ‘sînor binpêkirin’ dihate nivîsandin. Li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê kesên dihatin kuştin, gihiştibû asta ku kuştinên kiryarên wan nediyar. Aliyê Îranê digotin; ‘Tirkiyeyê kiriye’, Tirkiyeyê jî di got; ‘Îranê kiriye’. Bi vî rengî li ser dihate nixumandin. Ger lêkolîn bikirana dê bûbûya bê ka kê kiriye lê nedikirin. Yê dimir bi mirina xwe dima.”
‘Leşkeran jî dizanî ku cezayekî kuştina kurdan nîne’
Di berdewamê de jî K. anî ziman ku fermana kuştinê ya leşkeran hebû û wiha domand: “Li leşkeriyê kesên baş û yên xerab jî hene. Li vir mirov dikuştin. Wan jî dizanîn ku tu cezayekî kuştina kurdan nîne. Lewma bêyî ku bibêjin ‘rawestin’ gule lê direşandin. Kesên dihatin kuştin, bêguneh bûn. Ji bo debara xwe neçar bûn. Lê li dijî yên bi tankan mazot dibirin bêdeng diman.”
‘Bi tankan qesibkariya mazotê dikirin’
Bi domdarî jî K. bal kişand ser qesibkariya mazotê ya bi tankan û wiha pê de çû: “Karekî bi organîzeyî bû. Yên ku dewriye û nobed plan dikirin fermandar bûn. Di karên wiha de nobed diguherandin û carnan jî bi xwe diçûn nobedê. Fermandaran herî zêde hesp dixwestin. Dema gule bera gundiyan didan, an gundî dikuştin an jî gundî direviyan. Hespên li naverastê jî diman, leşker diçûn di anîn. Fermandaran li şûna hespan radestî cendirmeyan bikin, dubare difirotin xwediyên wan. Dema ku ev yek nedibûn jî dibirin ser çem û ew dikuştin. Ji ber ku xwedîkirina hespan zehmet bû, dîsa mayîna wan a li qereqolê jî ji bo wan metirsîdar bûn.”
‘Pir baş dizanî bê ka kî sivîle yan jî ne sivîle’
K. piştre jî qala serpêhatiyeke xwe kir û ev tişt anî ziman: “Carekî dema ez li nobedê bûm. Dema du leşker di navbera xwe de di axivîn ez bûm şahidê wan. Hate gotin ku leşkeran destûr daye ku bi tankeran mazot bê birin, lê di mijara kuştina gundiyan de lihev nedikirin. Carekî jî gundî bi qelebalix bi hespan û bi bîdonan derbasî Îranê bûn. Mudaxele nehate kirin lê di vegerê de mudaxele hate kirin. Gundî hatin binçavkirin, dest danîn ser hesp û mazota wan. Weke mînak, Komkujiya Roboskê ye. Pir baş dizanin bê ka yên ji sînor tên û diçin sivîlîn an na.”
‘Çawişê pispor ê ku ciwanê 16-17 salî kuştî hate parastin’
Têkildarî serlêdana malbatên ku xizmên wan hatine kuştin jî K. wiha got: “Dema ez çûm wir, çawîşekî pispor ciwanekî 16-17 salî kuştibû. Malbat li çawîşê pispor ê ku gule berdabû digeriyan. Ji me re ferman dan û gotin; ‘Heke malbat navê çawişê pispor bipirse jê re bibêjin tayîna wî derketiye û ji vir çû ye.’ Malbat bi rojan hat û çû. Bi telefonê li me geriyan. Lê her kesî got tayîna wî derketiye. Lê ya rast ew çawişê pispor biribûn qereqoleke din. Ango hate parastin. Divê hûn rojnamevan vê bûyerê lêkolîn bikin û derbixin holê.”
Qetilkirina 5 zarokên li Qelqeliyê
Der barê teqîna li Qelqeliyê ku tê de 5 zarokan jiyana dest dabû de jî K. ev agahî dan: “Wê demê li wir bûm. Ji me re gotin; ‘Zarokan sîmên baregehê derbas kirine û di encama teqîna madeyeke ku li gel wan bû, mirin.’ Bi vî awayî bi ser bûyerê re girtin. Heke tenê çekek jî winda bûbûya, rayedaran her cih serûbin dikir. Îcar heke madeyeke teqemeniyê kêm bûbûya, nepêkane bêdeng bûbûya. Ya ez dizanim ew zarok an ji ber xemsariyê yan jî bi zanebûn hatin kuştin.”
Civînên rayedarên leşkerî
Herî dawî jî K. wiha axivî: “Heke leşker bixwazin dikarin pêşî li penaberên afgan bigirin. Lê hem li nava leşkeran û hem jî li derve bi hinek çeteyan re karekî biorganîzeyî heye. Di karê qesibkariya mirovan de pir pere heye. Ev pere di navbera xwe de parve dikirin. Herî zêde leşker li Qişleya Harabe derbas dibûn. Li wir karên cuda dihate kirin, ji ber wê bi rehetî dihatin. Her wiha rayedarên Tirkiye û Îranê her tim diciviyan. Li ser sînor lihev kiribûn. Her tişt bi hevkarî dikirin. Lê naveroka civînan nayê zanîn.” WAN