PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Hejmara kesên bi şewbê ketin 4 milyon derbas kir

Navenda Nûçeyan |

Şewba koronayê (Covîd-19) her ku diçe seranserî cîhanê bêhtir dixe bin bandora xwe. Li hêlekê roj bi roj hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe û li hêla din jî bîlançoya qurbaniyên wê giran dibe. Li gorî daneyên fermî yên dawî, heta niha herî kêm 4 milyon kes bi şewbê ketine û ji van zêdetirî 276 hezar kes jî mirine.

Yek ji parzemînên ku herî zêde şewb lê zêde bûye DYA ye. Piştî welatê amerîkî jî Ingilistan, Fransa û Spanya di rêza qurbaniyên şewbê de li pêşiyê ne. Weke ku tê zanîn ev demeke serokê DYA’yê Donald Trump welatê Çînê weke berpirsyarê vîrûsê dibîne. Têkildarî mijarê sefîrê Çînê yê li Berlînê Wû Ken ji kovara Der Spîegel a Almanyayê re axivî û diyar kir ku ew amade ne ku lêkolîneke navneteweyî li ser koka koronavîrusê bidin destpêkirin.

Bêguman bandoreke neyînî ya mezin a şewbê li ser aboriya cîhanê heye. Der barê mijarê de dîrektora IMF’ê Krîstalîna Georgîev axivî û got; ‘Dê ekonomiya global derbeke giran ji şewbê bixwe.” Li gorî IMF’ê dê aboriya dinyayê ji sedî 3 biçûk bibe.

Mîna gelek welatan, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî şewb bênavber belav dibe. Li gorî daneyên dawî yên fermî, heta niha 135 hezar û 569 kes bi nexweşiyê ketine û ji van 3 hezar û 689 kes pê mirine. Lê tê gotin hejmara rast ji ya tê gotin gelek zêdetir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar