Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dengê şehîd Mizgîn banga azadî û welatparêziyê bû’

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 28’emîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn bi sernavê ‘Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî yê gelekî hilgirtibû. Ji ber vê yekê mîna volkanekê teqiya’ daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de girîngiya meha gulanê hate vegotin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Gelek pêşengên xeta azadiya Kurdistanê di vê mehê de gihîştine şehadetê. Ji ber vê jî meha gulanê wek Meha Şehîdan tê bi bîranîn. Em bi navê Tevgera Çand û Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di şexsê Ş. Hozan Mizgîn û Hakî Karer de hemû şehîdên tevgera azadiyê û şehîdên meha gulanê bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

Daxuyanî wiha dom kir:

“Roja 11’ê gulanê, roja şehîdên tevgera çand û hunerê ye. Di 11’ê gulana 1992’yan de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) berxwedan û tekoşîneke pir mezin da û di dawî de ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bi rengeke fedaî li Tetwanê bû şehîd. Di her keliyên jiyana xwe de şehîd Mizgîn, bi moral, ruh, hezkirî, rêxistinî, şerker û afirîner bû. Şehîd Mizgîn bi vî awayî xwedî kesayetiyeke pir alî û tam bû. Ji aliyê civakî, leşkerî, çandî û xweseriya jinê ve her gav pêşengtî kir. Şehîd Mizgîn di jiyana xwe de her tim mohra xwe li bin tiştên yekem da. Yekem avakirina rêxistina jinê ya li Ewropayê bi pêşengiya wê çêbû. Yekem akademiya çand û huner Huner-Kom bi serkêşiya wê çêbû. Yekem fermandara jin a qada Xerzanê bû û hwd. Di kîjan xebatê de cîh bigire, aliyên din ên xwe jî pê re dikir yek û kesayetiya xwe bi vî awayî dihûnand. Gava xwe ya yekem di emrê xwe yê ciwan de, wek jineke têkoşer û welatparêz, di nava gel xwe de pêşengtiya rêxistinkirina civaka xwe kir.  Germahiya deşta Sasonê, di dilê şehîd Mizgîn de agirê azadiyê geş kiribû. Li ser hîm û mîrateya berxwedana jinên kurd ên weke Rindê Xan, Meryem Xan, him di aliyê rêxistinkirinê de û him jî di aliyê çand û hunerê de, kesayeteke xwedî bingeheke xûrt bû şehîd Mizgîn. Li ser kokeka çandî ya resen hîn bû. Evîndara çand û zimanê xwe bû. Ew hîm û taybetmendiyên ku li gel şehîd Mizgîn hebûn, dema ku bi feraseta azadiyê, hêza tevgera azadiyê re bû yek, weke volkanekî teqiya. Berxwedana jina kurd, şehîd Mizgîn bi awayekî bîrdozî ve jî kir yek û di kesayeta xwe de çand. Şehîd Mizgîn pir bi xurtî li vê mîrasê xwedî derket, di kesayeta xwe de çand û li gora wê jî jiya. Gotin û pratîka wê yek bû. Bi vê sekna xwe derbeyeke pir mezin li hişmendiya dewleta tirk a faşîzan û dagirker da.

Dengekî wiha li ser bû ku, ne mimkun bû kesek pê bandor nebe. Ji ber ku dengê şehîd Mizgîn bi ruhê kurdewariyê, welatparêziyê ve hatibû avdan. Dengeke semawî bû. Banga azadiya ku di kûratiya dilê her mirovekî kurd de vêşartiye dikir, bi dengê xwe yê zelal. Di nava awazê dengê şehîd Mizgîn de, hêz û tilsimeke resen a pir kûr a çanda kurd hebû. Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî yê gelekî hilgirtibû. Di dengê şehîd Mizgîn de, bang hebû. Banga cewherê hebûna kurd, banga azadiyê, banga welatparêziyê, banga berxwedanê, banga hişyarbûnê hebû. Bi kûrtasî banga xwebûnê bû. Ya ku şehîd Mizgîn kir, Hozan Mizgîn jî ew qudreta ku di dengê wê de hevgirtî bû. Deng û kesayet, di şehîd Hozan Mizgîn de, gihîştibû ahengeke hunerî. Ew deng û kesayet weke goşt û neynûk hevgirt û bû zimanê heqîqetê. Bû xeta berxwedêr a azadiya jina kurd, bû xeta tevgera çand û hunera demokratîk, bû xeta xweparastina cewherî.

Em weke Tevgera Kevana Zêrîn, di salvegera 28’emîn a şehadeta Hozan Mizgîn de dema ku bi bîr tînin, di wan aliyan de ji bo xwe weke careke din banga azadiyê, banga rexistinbûnê, banga vegera cewher, banga vîn, banga têkoşîn û banga bilindkirin û avakirina pergala çand û hunera jinên Kevana Zêrîn a Demokratik dinirxînin. Soza ku em her tim şehîdên xwe re didin ew e; em ê têkoşîna we û rêka wan bidomînin. Li ser vê esasê soza domandina rê û têkoşîna şehîd Hozan Mizgîn û şehîdên me, di aliyê çandî de, çand û zimanê gelê kurd di asta akademîkbûnê de pêşxistin, sazîkirin, kesayetên wê avakirin, çanda xwe di bin lepê qirkirinê de derxistin, zimanê xwe parastin û jiyanî kirinê ve guncaw be. Soza me ji bo şehîdên me ev e. Li ser van esasan, em weke Tevgera Kevana Zêrîn, şehîd Hozan Mizgîn, ji her alî ve ji bo xwe pêşeng, xet û nasname dibînin. Careke din di salvegera 28’emîn a şehadeta Hozan Mizgîn de, hemû şehîdên çand û hunera demokratîk bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Soza bilindkirin û mayindekirina tekoşîna azadiyê didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar