Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Ciwanên Başûr ji bo Zînî Wertê meşa dirêj didin destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo aloziya li Zînî Wertê dê di 16’ê gulanê de bi dirûşma ‘Em ji bo yekitiya neteweyî dimeşin’ dê ji Ranyayê heta Zînî Wertê meşeke dirêj li dar bixin. Înîsiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Di 13’ê nîsanê de hêzên peşmergeyên ser bi PDK’ê bi hinceta vîrûsa koronayê hêz şand Zînî Wertê ya di navbera rêze çiyayên Qendîl û Karoxê de. Piştre li gor daxuyaniyên şêniyên Zînî Wertê, tê fêmkirin ku hêzên peşmergeyên ser bi PDK’ê bi plana dewleta tirk a dagirker ketiye nava liv û tevgerê. Dîsa li gor agahiyên şêniyên Zînî Wertê bi raya giştî re par ve kirine, di nava peşmergeyên li heremê de endamên MÎT a tirk jî hene û cil û bergên peşmergeyan li xwe kirine. Ev jî diyar dike ku çûna PDK’ê di çarçoveyê planên dagirkirina başûrê Kurdistanê de ye.

Bi provakasyona Zînî Wertê re plana dewleta tirk a dagirker ji alî her kesî ve pir vekirî hatiye dîtin. Di serî şêniyên Zînî Wertêi gelê başûrê Kurdistanê li dijî vê hewldanê nerazîbûneke pir mezin nîşan da. Sedemên provakasyonê û planên dewleta tirk a dagirker teşhîr bûye, li ser vê jî gel, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, dayikên laçikspî, jin, peşmergeyên dêrîn û mamosteyên bang li PDKê kirin ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin. Lê PDK’ê hîn jî guh nedaye van bangewaziyan.

Em weke Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, careke din li rol û mîsyona xwe xwedî derdikevin. Bi ruhê gerîla, pêşmerge û şervanên ku ji bo yekitiya neteweyî û azadiya Kurdistanê şehîd ketine, em ê ber bi Zînî Wertê ve meşeke dirêj bidin destpêkirin.

Em ê tu carî nehêlin ku planên dagirkirina başûrê Kurdistanê ya dewleta tirk a dagirker bigihije armanca xwe. Li ser vê bingehê em ê di 16’ê gulanê de bi dirûşma ‘Em ji bo yekitiya neteweyî dimeşin’ meşa xwe ya dirêj bidin destpêkirin.

Li ser vî esasî em bang li gelê başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan, peşmergeyên dêrîn û nûnerên baweriyan dikin ku tev li vê meşa dirêj bibin.

Meşa me dê di 16’ê gulanê saet di 10.00’an de li ber Zanîngeha Ranyayê dest pê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar