Navenda Nûçeyan |
Hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketin û yên pê mirin her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi şewbê ketin 4 milyon û 210 hezar kes derbas kir û yên pê mirin jî gihişt 284 hezar kesan. Li gorî rêzê welatên herî zêde bi şewbê ketin DYA, Spanya û Ingilistan e.
Yek ji welatên herî zêde kes bi şewbê ketin û mirin bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye. Li gorî daneyên fermî, heta niha 138 hezar û 657 kes bi şewbê ketine û ji van 3 hezar û 786 kes jî mirine. Li hêla din Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya HDP’ê didome. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha pêwîstiya 12 hezar û 300 malbatan hatiye pêşwazîkirin. Ji bo 900 malbatan jî malbatên piştevaniyê hatine dîtin.
Rewşa li girtîgehan
Her wiha Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çaremîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a Covîd-19’ê weşandin. Di bultena ji hevdîtinên li girtîgehan hatin kirin, fax û nameyên girtiyan şandin û agahiyên xizmên girtiyan dane hatiye amedekirin de hatiye diyarkirin ku li girtîgehan bergiriyên li dijî vîrûsê hatine girtin netêrker in.