Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Daxwaza gelê kurd yekitiya neteweyî ye’

Hevserokê KCD’ê û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk têkildarî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ji MA’yê re axivî.

Berdan Ozturk diyar kir ku Ocalan banga yekitiyê li hemû hêzên kurd kiriye û wiha got: “Ji bo ku kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû, hewceye ku kurd li Kurdistanê li ser esasên demokratîk yekitiya xwe ava bikin. Heke ne wisa be dê ev firsend û deskeftiyên heyî ji dest biçin. Ev jî dê bike ku kurd sedsaleke din jî winda bikin. Her partiyeke ku nûnertiya gelê kurd dike, neçare ku li ser van esasan tevbigere. Li hemû parçeyan divê li dijî êrîşan dengeke hevpar hebe. Ji ber vê jî Ocalan dibêje; ‘Heke yekitî çênebe dê destkeftiyên Başûr û Rojava têk biçin.’”

Bi domdarî jî Ozturk bal kişand ser baregehên dewleta tirk ên li Başûr û wiha domand: “Berê tenê 2 noqteyên çavdêriyê hebûn lê niha bûne 30. Hebûna îstîxbarata tirk, li dijî berjewendiyên kurdan e. Ji ewil a ku li dijî referandumê derketî Tirkiye bû. Heke kurd yek bûna, dê hemû parçe piştgirî bida referandûmê, dê nekarîbûna ewqas êrîşî Rojava bikirana û her roj li Rojhilat ciwanên kurd nedihatin bidarvekirin. Heke kongreya neteweyî pêk bihata dê encamên wê yên girîng hebûna. Hêj dereng nîne. Ocalan careke din hemû kes vexwend maseyê da ku ji bo kongreya neteweyî tevbigerin.”

‘Êrîş li dijî hebûna kurdan in’

Di berdewamê de jî Ozturk da zanîn ku Tirkiye hemû êrîşên li ser destkeftiyên kurdan rewa dibîne û wiha dom kir: “Dema qeyûm tayîn kirin ji ewil êrîşî tabelayên bi kurdî kirin. Mesele ne HDP, hebûna kurdan û kurdî ye. Li Başûr di bin navê operasyonan de êrîşî hebûna kurdan dikin. Daxwaza gel zelal e; ‘Yan hûn ê ji daxwazên me re bibin bersiv, an jî hûn ê biçin.’ Gelê me ji bo her destkeftiyê gelek bedel dan û dide. Lewma divê her parçe xwedî li destkeftiyên parçeyên din jî derkeve. Tekane rêya vê jî yekitiya neteweyî ye. Yên vê daxwazê pêk neyînin dê weke piniyeke reş di nav rûpelên dîrokê de cih bigirin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar