Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê mirin nêzî 300 hezarî dibe

Navenda Nûçeyan |

Belavbûna şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) hê jî bênavber didome. Hema hema li seranserî cîhanê belav bûye û bû sedema mirina gelek kesan. Li gorî daneyên dawî heta niha zêdetirî 4 milyon û 368 hezar kes bi şewbê ketine û zêdetirî 290 hezar kes jî pê mirine.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî şewb roj bi roj belavtir dibe û dibe sedema mirina gelek kesan. Dewleta tirk hejmara pê ketiyên şewbê weke 141 hezar û 475 kes û dibêje yên pê mirin jî 3 hezar û 894 kes in. Li gorî daneyên nefermî, hejmara kesên pê ketin û yên pê mirin gelek zêdetir e.

Li bakurê welat gundê Ortanca yê Rêya Armûşê ya Wanê ji 5’ê gulanê ve di karantînayê de ye. Hat zanîn ku heta niha li gund 103 kes bi şewbê ketine. Her wiha xetereya li girtîgehan jî didome. Girtiyê bi navê Yildiz Davran ku li Girtîgeha Şakranê dimîne da zanîn ku gardiyan dema dikevin qawîşên wan lepikên xwe derdixînin û destê xwe diavêjin her tiştî. Girtî Burhan Erol ê li Girtîgeha Tîpa L a Gurgumê jî diyar kir ku li girtîgehê tu tevdîr nehatine girtin.

Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya HDP’ê ku di pêvajoya şewbê de hatibû desptêkirin jî didome. Heta niha têkilî bi 10 hezar malbatan re hatiye dayîn, alîkarî dane 800 malbatan û ji bo 4 hezar malbatan jî alîkariya xurekan hatiye kirin.

Daneyên çend welatên din jî wiha ne:

* Li DYA’yê milyonek û 408 hezar û 745 kes bi şewbê ketine û 83 hezar û 449 kes jî mirine.

* Li Îtalyayê 221 hezar û 216 kes bi şewbê ketine û 30 hezar û 911 kes jî mirine.

* Li Spanyayê 271 hezar û 95 kes bi şewbê ketine û 27 hezar û 104 kes jî mirine.

* Li Fransayê 178 hezar û 225 kes bi şewbê ketine û 26 hezar û 991 kes jî mirine.

* Li Almanyayê 173 hezar û 504 kes bi şewbê ketine û 7 hezar û 775 kes jî mirine.

* Li Swîsreyê 30 hezar û 413 kes bi şewbê ketine û hezar û 867 kes jî mirine.

* Li Îranê 112 hezar û 725 kes bi şewbê ketine û 6 hezar û 783 kes jî mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar