Endamê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç û hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray der barê bernameyên xwe û Roja Cejna Zimanê Kurdî de ji MA’yê bi Fahrettîn Kilinç û Ayşe Surme re axivîn.
Mûrat Bîlgîç da zanîn ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî dê saziyên zimanê kurdî yên bajarên cuda di 15’ê gulanê de kampanyaya belavkirina alfabaye kurdî, xwendin, nivîsandin, taybetmendiya kurdî û danasîna wêjeya kurdî bidin destpêkirin. Bîlgîç wiha domand: “Dê saziyên kurdî bi awayekî hevpar bernameya Cejna Ziman amade bikin. Enstîtuya Ziman a Stenbolê û Amedê, MED-DER, Saziya Ziman a Mereto ya Elihê û Avesta ya Îzmîrê pêşengtiya vî karî dikin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanxaneyên Kurdî, sazî û dezgehên cuda jî piştgiriyê didin. Kampanya dê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de were deklarekirin, di hemû hesabên saziyan de danasîna kampanyayê û formên serlêdanê dê werin belavkirin.”
Ji bo kesên xwendin û nivîsandinê nizanin derfeteke
Bi domdarî jî Bîlgîç diyar kir ku yên formên serlêdanê dagirtin dê piştî Cejna Remezanê beşdarî waneyan bibin û ev tişt anî ziman: “Wane dê 4 hefteyan dom bikin. Di van 4 çar hefteyan de armanca kampanyayê ew e ku ji kesên derfeta hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe nedîtine re bibe alîkar. Dê her roj ders hebin lê kesên serî lê didin dê hefteyê rojekê beşdar bibin. Di formên serlêdanê de dixwazin kîjan rojê tev li bibin an jî kîjan saatê dixwazin tev li bibin li gorî vebijêrka roj û saetan bijartî wê hefteyê rojêke tev li bibin. Bi vê mebestê piştî 4 hefteyan em dixwazin alfabeya kurdî zêdetir were nasîn, xwendin û nivîsîna kurdî belav bibe.”
‘Ne rojekê her roj bi kurdî, pîroz be cejna zimanê kurdî’
Di berdewamê de jî Bilgîç destnîşan kir ku bi awayeke onlînê ji kesê rojekê du saetên xwe veqetîne, weke fîlmekê temaşe bike dikare der barê zimanê xwe de bibe xwedî hîn agahî û wiha pê de çû: “Ji xwe kampanya jî bi mebesta ‘ne rojekê her roj bi kurdî, pîroz be cejna zimanê kurdî’ ye. Ji bo pêşveberina ziman Weke MED-DER’ê em bênavber dersên hîndekariya ziman didin. Li ser zimanê kurdî bênavber lêkolîn tên kirin. Di van lêkolînan de hinek berhem tên çapkirin, lijneya perwerdehiyê û lêkolînê heye. Ji bo asta destpêkê pirtûkek hate amadekirin. Ser folklorê xebat hene, ew jî dê wek pirtûk were weşandin. Bi vî awayî xebat berdewam dikin.”
‘Ziman mala hebûnê ye’
Bilgîç got ku her gel bi zimanê xwe tê nasîn û wiha derbirî: “Ziman tenê ne amûra ragihandinê ye. Ziman, çandê, dîrokê, nasnameyê di nava xwe de dihewîne. Li gorî zimanzanan ziman mala hebûnê ye. Hebûneke bêziman nikare xwe pênase bike. Ji ber vê yekê em girîngiyê em didin Cejna Zimanê Kurdî. Em dixwazin bi van xebatan ev roj di jiyanê de bi cih bigire. Em dixwazin van rojan di malên xwe de her roj bi zimanê xwe bijîn. Ji bo vê bername tên amadekirin.”
Bernameya zindî
Sûltan Yaray jî daxuyand ku ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî bi Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Merdînê re bernameyekê çêdikin û ev tişt anî ziman: “Em ê li ser medyaya civakî di 15’ê gulanê de bernameyeke zindî çêbikin. Bername dê li ser hesaba medyaya civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di saet 22.00’an de dest pê bike heta saet 24.00’an. Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyub Guven dê li ser ziman, zimanzan Bahattîn Rûbar Dîroka Zimanê Kurdî, dengbêj Aytenxan ziman û dengbêjî, helbestvan Nûrcan Delîl helbest û ziman, helbestvan Ciwan Serhediyan dê helbestan bixwîne û ez jî dê li ser ziman û wêjeyê biaxivim. Moderator jî Ramazan Kaya ye.”
Xwedîderketina li zimanê kurdî
Yaray destnîşan kir ku gelê kurd bi taybetî di çend salên dawî de bêtir li zimanê xwe xwedî derdikeve û wiha bi dawî kir: “Xwedîderketina li ziman dê zêdetir bibe. Bila di her malê de kovar, rojnameyên kurdî hebin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em girîngiya zimanê xwe bînin rojevê. Em dikarin yekitiyê li ser ziman ava bikin. Xwedî derketin baş be, pêşvebirina ziman jî ewqas zêdetir dibe.” AMED