Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Yekitiya neteweyî bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e’

Xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd a li rojavayê Kurdistanê, bi hewldana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re bileztir bûn. Bi pêşketina vê înîsiyatîfê re êdî di navbera hêzên siyasî de nîqaşa avakirina bingeheke siyasî tê kirin. Hewldana Ebdî ji hêla gelek aliyan ve bi êrînî tê dîtin. Têkildarî mijarê sekreterê Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Fewzî Şengalî ji ANHA’yê bi Şervîn Mûstafa re axivî.

Fewzî Şengalî diyar kir ku yekitiya kurdan a li Rojava girîng e û wiha got: “Li cîhanê gelek pêşketinên nû hene. Yek ji van, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Lewre di vê rewşê de yekitî gelek girîng e. Ji bo ku gelê kurd li hemberî van guherînên sedsala nû amade bin, divê em rola xwe li ber çavan re derbas bikin. Divê em bigihînin hevpeymaneke kurdî ku bi berpirsiyarên xwe yên parastina mafên kurdan rabe û cihê wan di nexşerêya nû de diyar bike.”

‘Bi înîsiyatîfa Mazlum Ebdî serbilindin’

Bi domdarî jî Şengalî destnîşan kir ku divê nîqaşên yekitiyê li her çar parçeyan bên pêşxistin û wiha pê de çû: “Mijara yekitiyê, xwendineke nû ya tevgera kurdî ya li herêmê ye. Em bi înîsiyatîfa fermandar Mazlum Ebdî serbilind in. Gelek tevgerên siyasî yên Rojava piştgiriyê didin vê înîsiyatîfê. Hêzên weke DYA û Fransa jî girîngiyê didin vê gavê û gavekî erênî û baş e. Ez bang li PYD û ENKS’ê dikim ku nakokî û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin.”

‘Divê hemû beşên civaka kurd tev li bibin’

Herî dawî jî Fewzî Şengalî ev tişt destnîşan kir: “Daxwaza ENKS’ê ew bû ku tenê bi PYD’ê re li hev bike. Ev yek jî piştî vekirina nivîsgehên wan û mijarên din pêk hat. Lê xuya bû ku nîqaş li ser belge û nêrîneke siyasî ji bo Sûriye û doza kurdî pêk tê. Ev jî tenê bi aliyekî re nabe. Heke rewşa neteweyî ya kurd hatibe nîqaşkirin, divê hemû alî beşdar bibin. Heke ne wisa be, wê demê tenê dibe peymaneke di navbera PYD-ENKS’ê de. Ev jî dê têrê neke. Ji bo parastina yekitiyê hewceye ku bi hemû aliyên kurd re peywendiyan deynin. Divê neyê jibîrkirin ku yekitiya neteweyî tenê bi du partiyan re nepêkane.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar