Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Şîmon û Hurmuz Dîrîl ji hêla kontrayan ve hatin qetilkirin

Çalakiyên hêzên gerîla yên li bakur û başûrê Kurdistanê li dijî dewleta tirk bênavber didomin. Têkildarî çalakiyên dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 14’ê gulanê de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 08.00’an de li Çelê ya Colemergê li dijî kozik û stareyên qereqola Girê çalakî kirin. Kozik û stareyên wan dane ber guleyan, di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me saet di 09.00’an de li Girê Koordîne ya Çelê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê qada Cîlo ya Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir. Di vê bombebaranê de hevalê me Bawer şehîd bû. Agahiyên nasmayê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bawer Dengda

Nav Paşnav: Fesîh Sinbag

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Raîfe – Mehmet Şîrîn

Dirok û Cihê Şehîdbûnê: 14’ê gulana 2020’an / Zap

Operasyona li Dêrsimê

Artêşa TC a dagirker di 12’ê gulanê de li geliyê Akfanûs ê Dêrsimê dest bi operasyonê kir. Heman rojê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadê barandin. Ev operasyon heman rojê bi rengekî bêencam bi dawî bû.

Kuştina Şîmonî û Hurmuz Dîrîl

Tê zanîn ku Şîmonî û Hurmuz Dîrîl ên keldanî yên ji gundê Mehrê di 11’ê çileyê de winda bûn. Têkildarî vê bûyerê; roja bûyerê ev her du welatiyên sivîl ji aliyê 3 kesên ku li herêmê karê kontratiyê dikirin hatin revandin, qetilkirin û cenazeyên van welatiyên sivîl avêtin çemê Hêzilê.

Dewleta tirk a dagirker, ev komkujiya ku ji aliyê kontrayên wan ve hate kirin, îdia kir ku ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin û hewl da ku vê kiryara li dijî mirovahiyê binixumîne. Tevgera me li Kurdistanê di şer de ti carî mirovên sivîl ên bêguneh nekir hedef. Hedefa me timî hêzên dijmin û yên ku êrîşê dibin ser nirxên gelê me ne. Êrîşa li dijî keldaniyan ku gelekî qedîm e, zîhniyeta faşîst a dewleta TC a dagirker careke din raxistiye pêş çavan. Ev zîhniyet û zîhniyeta DAIŞ’ê yek e ku bi êrîşên namerdane yên li dijî gelên qedîm ên li herêmê re vê yekê careke din nîşan dide. Ev bûyera ku ji aliyê dewleta TC a dagirker ve bi taybetî hate plankirin, bi rêya medyaya şerê taybet weke ku PKK’ê kiribe hate pêşkêşkirin. Çeteyên artêşa TC a qirker bi zanebûn û rêxistinî êrîşan dibin ser gelê welatparêz. Hesabê vê komkujiya namerdane ya ku ji aliyê kontrayên dewleta TC a faşîst ve hatiye kirin wê bi rengê herî giran bê pirsîn. Li ser vê bingehê em ji malbata Şînonî û Hurmuz Dîrîl ên şehîd bûn û tevahiya gelê keldanî sersaxiyê dixwazin.

Bombebaran

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di 11’ê gulanê saet di 16:30’an de qadên Şehîd Şahan û Şehîd Botan ên herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Ji ber vê bombebaranê tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar