Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûr bi dirûşma ‘Em ê bi ruhê ciwantiyê dagirkeriyê têk bibin’ dest pê kir.
Ciwanan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve dest bi meşê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 105 saziyan rêxistinên civaka sivîl ên başûrê Kurdistanê jî piştgiriyê didin meşê. RANYA