Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li girtîgeha Kayseriyê girtî hatin îşkencekirin

Zext û binpêkirinên li dijî girtiyên ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bênavber didomin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ye. Têkildarî binpêkirinên li girtîgehê, girtiyê bi navê Bayram Sevgîn (28) ku ev 5 sal in li wir e bi rêya telefonê bi dayika xwe Ayşe Sevgîn û bi xwişka xwe Emîne Sevgîn re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegotin.

Ayşe Sevgîn anî ziman ku kurê wê li gel 4 hevalên xwe ji aliyê gardiyanan ve hatiye îşkencekirin û ev agahî dan: “Min sê pêlav ji bo kurê xwe re şandin. Lê her sê jî hatine çirandin û piştre jê re hatine dayîn. Kurê min neheqiyê qebûl nake. Gardiyan tim diavêjin ser qawîşan û îşkenceyê li zarokanên me dikin.”

Têkildarî mijarê Emîne Sevgîn jî ev agahî dan: “Gardiyanan bi ser hucreyê de girtin û îşkence li girtiyan kirin. Herî dawî jî li gel 4 hevalên xwe hate îşkencekirin. Ji ber vê îşkenceyê jî ji lingê xwe seqet bûye û nikare bimeşe. Ji xwe ji ber îşkenceyê dema di axivî zehmetî dikişand. Heke tiştek bi serê birayê min bê, berpirsyarê vê rêveberiya girtîgehê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sevgîn di 25’ê sibata 2020’an de ji ber îşkenceyê dest bi rojiya mirinê kiribû. Piştî 2 mehan li ser soza ku dê daxwaz werin bicihanîn, dawî li çalakiya xwe anîbû. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar