Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zilm, muameleyên xirab, darvekirin û îşkenceya rêveberiya girtîgehê û Cuntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 17’ê gulana 1982’yan de bedena xwe dan ber agir û weke ‘Çaran’ navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsandin.
Her çar şoreşgerên mezin ji hevalên xwe yên ku di xwestin agirê wan vemirinîn re jî gotin: “Agir geş bikin, ên ku avê li me bike îxanetkarin. Ev çalakî, divê bigihêje gel. Çalakiya me dewama çalakiya hevalê Mazlum e. Em şopdarên Mazlum in. Divê çalakiya me baş bê fêmkirin. Îxanet dibe teslîmiyetê û ev çalakiyeke li dijî zextan e.” Xwişka yek ji Çaran Ferhat Kurtay, Rabîa Kurtay têkildarî wê demê û hevdîtina dawî ya bi birayê xwe re ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re axivî.
Axaftina Rabîa Kurtay wiha ye:
Di navbera min û birayê min Ferhat de têkiliyeke xurt hebû. Ferhat mirovekî pir dirust bû. Ji hevalên xwe re hevaltiyeke pir xweş dikir. Dixebitî û mûçeyê xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Hevalên wî tim li dora wî kom dibûn. Bi hevalên xwe re têkiliyek xurt datîna. Dema ku ew û hevalên xwe li ser cadeya Rihayê dimeşiyan, cade tije dibû. Ferhat ser dida lê sir ne dida. Bêmafî qet qebûl nedikir. Hevalê maf û rastiyê bû. Ji bo rastiyê ew canê xwe yê şirîn da ber agir. Heya ku em bimirin jî em ê wan şitlan di bîranînên xwe de bidin jiyîn. Di wê demê de heya saet 12’ê şevê ceryran didan. Ferhat qet ne radiza, tim dixebitî. Wê demê, weke niha dersxane tune bûn. Lê wî tim dixwend. Kesek pir zîrek bû. Piştî ku ceyran qut dibûn jî li ber roniya findê xebata xwe dewam dikir. Dayik û bavê min radizan, tenê ez û ew diman. Me pirî caran diaxivî û sihbet dikir.
Ferhat beriya ku bê girtin zewicîbû û zarokeke wî hebû. Zaroka wî mir. Dema ku zaroka wî mir dayika min digiriya. Ferhat jê pirsa; ‘Dayê tu çima digirî’ kir. Dayika min jî jê re got; ‘Ji ber ku neviyê min miriye ez digirîm.’ Ferhat careke din lê vegeriya û got; ‘Hemû zarokên Kurdistanê yên me ne.’ Ew gotûbêja wan qet ji ber hizra min naçe.
‘Xeyala wî ya herî mezin dayîna perwerdeya bi zimanê kurdî bû’
Xeyalê Ferhat a herî mezin ew bû ku li Qoserê perwerdeya zimanê kurdî bide. Ferhat gelek tişt dinivîsandin. Heya demekê dirêj nivîsên wî li gel min bûn. Piştre hinek kes hatin gel me û ji me xwestin. Ji me re gotin ew ê dîsan paşve bînin. Ew nivîsên wî ji me girtin û careke din neanîn. Em fêrî zimanê kurdî dikirin. Hemû kesî ji wî re digot; ‘Tu tirkî.’ Wî jî digot; ‘Ez kurd im, hûn çima ji min re wisan dibêjin.’ Hevalên wî tim jê re digotin; ‘Karadenîzî.’
Hevdîtina dawî
Em her tim diçûn serdana wî. Ji ber ku me bi tirkî nedizanî, me tenê yek hevok bi kar di anî. Hîna me ne digot hûn çawanin, hevdîtin bi dawî dibû. Pir zor bû. Zimanê kurdî qedexe bû. Me jî bi tirkî ne dizanî. Me ji Ferhat pirsa; ‘Tu çawanî’ dikir. Wî jî bi kurdî di got; ‘Ez baş im.’ Dema bi kurdî diaxivî jî, tavilê êrîşî wî dikirin. Her ku em diçûn ji me re digotin neyên. Ji ber ku her ku em diçûn hevdîtinê, piştî me îşkence li wan dikirin. Lê me ne dikarî em xwe bigirin û em dîsa diçûn.
Dadgehkirina Kurtay
Apê min û xaltiya min diçin dadgeha Ferhat. Hayrî Durmuş radibe û di axive. Wisan difikirîn ku kesê li kêleka Durmuş rûniştiye Ferhat e. Bi vê yekê pir keyfxweş dibin. Lê belê Ferhat wê demê jiyana xwe ji dest da bû. Dema vegeriyan malê, ji me re gotin; ‘Ferhat ne axivî.’ Lê piştî dadgehê ji wan re gotibûn ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî 12 rojan bavê min diçe Dîlokê. Me bi hêviya ku dê Ferhat derbikeve, paqijiya biharê dikir. Dayika min jî nan amede dikir. Di wê navberê de polîsek hate mala me. Ji bo ku ji dayika min re nebêjin hate mala me. Wî polîsî got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Jinbira min êrîşî wî kir û got ew ê wî bikuje. Apê mine ew polîs bi zorê ji nava deste me xelas kir. Xwedê vê rewşê neyînê sere tu kesî. Em tenê dixwazin kesên ev yek anîn serê me, ew jî heman rewşê bijîn. Em çûn cenazayê Ferhat bigirin. Kesekê ji bavê min re ne got Ferhat jiyana xwe ji dest daye. Lê ji ber qerebalixiya li ber malê zanîbû Ferhat wefat kiriye. Dema ku me cenazeyê Ferhat anî malê, bavê min nû dest bi feryadê kir. Me Ferhat li kêleka birayê wî defin kir. Di oxirê de me qurban dan. Her yek ji wan welatek bûn. Hemû kesên di vê oxirê de canê xwe de, wisanin.” MÊRDÎN