Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hatîp Dîcle: Terorîzekirina KCD’ê sûcekî herî giran e

Dadgeha Bilind ku ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) cezayê siyasetmedarên kurd Hatîp Dîcle û Aysel Tugluk erê kiribû, niha jî bi heman sedemê cezayê siyasetmedar Selma Irmak erê kir. Dadgehê xebatên KCD’ê ku ji 800 rêxistinan pêk tê yên siyasî û demokratîk weke ‘Jiderveyî qanûnan’ pênase kir. Yek ji sedema êrîşên dewletê ew e ku KCD ‘Xweseriya demokratîk’ diparêz e. Di demên berê de KCD ji hêla Serokê Meclisê yê berê Cemîl Çîçek û hikûmeta AKP’ê ve weke muxatab hatibû girtin û di dema pêvajoya çareseriyê de jî di asta hevserokatiyê de tev li hevdîtinên li Îmraliyê bûbû. Lê tevî vê jî dadgeh dibêje ku ‘KCD bi fermana Abdullah Ocalan hatiye damezirandin û dişibe rêxistina KCK’ê.’ Bi vê îdiayê jî weke ‘Jiderveyî qanûnan’ pênase kir.

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku bi salan hevserokatiya KCD’ê kir, bi hinceta ku xebatên KCD’ê kiriye di ‘Doza Sereka ya KCK’ê’ de 9 sal ceza lê hate birîn. Dîcle têkildarî rol û xebatên KCD’ê ji MA’yê bi Ozgur Paksoy re axivî.

‘Terorîzekirina KCD’ê sûcekî giran e’

Hatîp Dîcle diyar kir ku projeya KCD’ê ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê bê çareserkirin, projeyeke girîng e û wiha domand: “Yek ji armancên wê ya bingehîn ew e ku ji bo aştiyeke bi rûmet û adilane ji dewletê re bibe muxatabeke legal. Ji bo vê jî xwedî rêyên çareseriyê ye. Bi projeya xwe ya neteweya demokratîk re nûnerên hemû gel û baweriyan ên li bakurê Kurdistanê di nava xwe de dihewîne. Armanca wê ew e ku partiyên siyasî, sendîka, ode, baro, weqf, komele û hemû rêxistinên demokratîk, kesên akademîsyen û rûspiyan di bin sîwaneke demokratîk de bîne cem hev. Nêzî 800 pêkhateyên wê hene ku ji sedî 60’ê van ji nûnerên gel û yên din jî ji nûnerên rêxistinên demokratîk pêk tên. Bi rêya komîsyonên ku ava kirine gelek xebatên baş hatin kirin û rêxistinên sivîl pêş xistin. Bi kurtasî KCD li Bakur rêxistineke demokratîk û mecliseke sivîle û xwedî îdiaya muxatabbûna çareseriya demokratîk e. Terorîzekirina KCD’ê li dijî aramiya civakê, ewlehî, hiqûq û demokrasiyê sûcekî herî giran e.”

‘Heke firsendê bibînin dê kurdan jî mîna ermenan qir bikin’

Dîcle da zanîn ku piştî girtina DTP’ê di sala 2009’an de, Ocalan hevserokatiya KCD’ê ji bo wî pêşniyar kiriye û wiha domand: “Min dizanî ku ev peywir rîskeke mezin e lê dîsa jî min qebûl kir. Di kongreya KCD’ê de jî hatim hilbijartin. 12 roj piştî hilbijartina kongreyê, di çarçoveya ‘Doza KCK’ê ya Sereke’ de hatim girtin. Piştî 4 salan jî hatim berdan. Piştî berdanê jî li ser pêşniyara birêz Ocalan careke din bûm hevserokê KCD’ê. Li ser navê KCD’ê jî tev li hevdîtinên li Îmraliyê bûm. Bi qasî ku min ji tecrûbeyên xwe fêm kiriye, di nava mekanîzmaya dewletê de her çiqas qels be jî her tim xeteke ku bidilgermî nêzî çareseriyê dibe heye. Lê zîhniyeta serdest a dewletê, xeta qirker a Îttîhat Terakkî ye. Ev xet pêvajoyê diyar dike. Nêrîna wan a bingehîn jî neyartiya kurdan e. Heke firsendê bibînin dê aqûbeta ermenan bi serê kurdan jî bînin. Hemû rêxistinên kurdan terorîze dikin û dane girtin. Bi qirkirinan re pêşî li xurtbûna kurdan a li qada legal girtine. Sedema bingehîn a zextên li ser rêveber û endamên KCD û HDP’ê ev e.”

‘Ocalan dixwest ku KCD bi fermî bide qebûlkirin’

Herî dawî jî Dîcle ev tişt anî ziman: “Di projeya birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd de KCD xwedî rolekî girîng e. Ji bo muxatabbûna demokratîk û yekitiya neteweyî ya Bakur, KCD xwedî rolekî girîng e. Ji bo vê jî birêz Ocalan di hevdîtina di got; ‘Hatîp ne weke kes, weke sazî nûnertiya KCD’ê dike.’ Dixwest KCD’ê bi fermî bi dewletê bide qebûlkirin. Pirsgirêkeke qanûnî ya KCD’ê nîne. Hemû pêkhateyên wê leqal û qanûnî ne. Heke pêvajo xerab nebûya, dê bernameya KCD’ê li tevahiya gund û taxên Bakur biketa meriyetê û meclis bihatina avakirin. Bi feraseta rêxistinbûna konfederal, ji jêr ber bi jor ve dê meclis biketina bin sîwana KCD’ê. Ger ev pêk bihata dê hêviyên birêz Ocalan jî bihatina bersivandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar