Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Rojava ji bo yekitiya neteweyî gavekî girîng hate avêtin

Navenda Nûçeyan |

Li rojavayê Kurdistanê ji bo ku yekitiya kurdan bê avakirin 25 partî û tevgerên siyasî di bin navê ‘Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd’ de sîwanek ava kirin.

Daxuyaniya têkildarî mijarê wiha ye:

“Ji ber rewşa hestyar a ku Sûriye û herêm bi temamî tê re derbas dibe, ji ber girîngiya hevdîtinên di navbera partiyên siyasî û hêzên kurdî de û ji bo biserxistina destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a der barê yekrêziya kurdan û yekkirina helwesta siyasî ya kurdî li rojavayê Kurdiatnê de, me partiyên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û hin partiyên li derveyî rêveberiyê, di 18.05.2020’an de civînek li Qamişloyê lidar xist û ev biryar dan;

* Li ser navê ‘Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd’ em ê xebatên hevbeş bimeşînin û pêşveçûnên heyî yên der barê yekrêzîya kurdî de bişopînin ku karê şopandinê jî dê bikeve ser milên nûnertiyeke me ya nûavakirî.

* Me logoyek ji bo Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bijart.

* Wê bi berdewamî civînên nûnerên van partiyan bên lidarxistin da ku nêrînên cuda yên der barê pêşveçûn û bûyerên nû de bên raberkirin û nîqaşkirin.”

Partî û saziyên ku di bin sêwana Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de hatine ba hev wiha ne:

– Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê

– Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

– Kongreya Star

– Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

– Partiya Kesk a Kurdistanê

– Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

– Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

– Partiya Lîberal a Kurdistanê

– Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

– Partiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê

– Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê

– Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriye

– Partiya Têkoşîna Demokrat

– Partiya Azadî ya Kurdistanî ya Azad

– Partiya Yekitiya Niştimanî ya Azad – Rojava

– Partiya Komarî ya Kurdistanî – Sûriye

– Tevgera Çaksaziyê-Sûriye

– Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

– Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyeyê

– Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê – Partî Demokratî Kurdistanî – Sûriye

– Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

– Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî

– Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê

– Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar