Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Soro: Bi peymana Tel Avîvê re Sykes-Pîcot hate rojanekirin

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Soro geşedanên dawî yên li herêmê ji MA’yê bi Selman Guleryuz re nirxand.

Selahattîn Soro ji ewil bal kişand ser civîna li Tel Avîvê ku di 25’ê hezîrana sala 2019’an de di navbera Îsraîl, DYA û Rûsyayê de pêk hatibû û ev tişt anî ziman: “Ev civîn, peymana ‘Sykes-Pîcot’  a nû ye. Her sê dewletan Rojhilat Navîn di nav xwe de parve kir. Biryarên civînê hêj nayên zanîn. DYA niha li şûna pêşengên pergala kûrewî Fransa û Ingilistanê ye. Xeyalên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn û Behra Spî jî pêk hatin. Sykes-Pîcot ji hêla van hêzan ve hatiye rojanekirin.”

Mezinbûna Çînê hate nirxandin

Soro diyar kir ku di civînê de geşedanên li qada Sûriye û Çînê hatine nirxandin û wiha domand: “Çavê Çînê li xaka Rûsyayê ye. Jixwe navbera Mao Zedong û Stalîn nebaş bû. Çîn aboriyeke mezin û xwedî nifûseke zêde ye. Lê erdnîgariya wê biçûk e. Di warê enerjî û îstihdamê de sînorên wê têra wê nakin. Ji bo vê jî hewl dide deverên nêzî xwe têxe bin serweriya xwe. Lewma li dijî mezinbûna aborî-jeostrajiya Çînê, Rûsya bi tena serê xwe nikare têbikoşe. Ji ber vê jî hewcehî bi hevkariya DYA û pergala Rojavayî dibîne.”

‘Di civîna Tel Avîvê de Sûriye hate parvekirin’

Di berdewamê de jî Soro qala bandora Îsraîlê ya li ser têkiliya di navbera DYA-Rûsyayê de kir û wiha pê de çû: “Îsraîl her tim xwedî dînamîkeke ku siyaseta kûrewî diyar dike ye. Di cîhanê de lobiya herî mezin, ên Îsraîl, DYA û Rûsyayê ye. Lewma jî di mijarên kûrewî de refleksên DYA-Rûsyayê girêdayî ewlehiya Îsraîlê ye. Divê ev yek baş bê vekolîn. Civîna Tel Avîvê civînekî rasthatî nîne. Di vê civînê de Sûriye hate parvekirin û Îsraîlê ewlehiya xwe mîsoger kiriye. Îsraîl komên sunî yên tundrew weke gef nabîne. Ji bo wê gefa sereke Îran e. Xuyaye ku dê Îranê ji Sûriyeyê derxînin. Ev jî dê bi kêrî Rûsyayê bê. Di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de Îran dest û lingên Rûsyayê girê dide. Ji ber Îranê, Rûsya bi hêzên din re hevrû dimîne.”

‘Li Sûriyeyê pozîsyona Tirkiye û Îranê heman e’

Têkildarî pozîsyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî Soro ev tişt anî ziman: “Pozîsyona Tirkiyeyê jî dişibe ya Îranê. Tirkiye ji bo rojeva xwe zorê dide DYA’yê. Stratejiya wê dijminatiya kurdan e û dixwaze vê rojevê li DYA’yê jî ferz dike. Ji ber vê jî DYA bi dînamîkên din û Rûsyayê re hevrû dimîne. DYA û Rûsyayê peymanek çêkirin. Li gorî vê dê DYA Îranê û Rûsya jî Tirkiyeyê konsolîde bike.”

‘Kurdan hevkêşeyên heyî baş ne nirxandin’

Bi domdarî jî Soro destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de kurd weke hêzeke mezin derketin holê û wiha pê de çû: “Serkeftinên mezin ên leşkerî bi dest xistin. Lê ji ber nakokiyên navxweyî car bi car hinek mewzî winda kirin. Ji ber ku hevkêşeya DYA, Ewropa, Rûsya û Tirkiyeyê baş nehat xwendin, Efrîn û Girê Spî ji dest çûn. Gavên li gorî hevkêşeyan, têkiliya bi her kesî re û liv û tevgera bi dînamîkên xwe yên xweser û veguherîne hêzeke mayinde girîng e. Divê kurd pozîsyona xwe baş bi kar bînin û dînamîzma xwe ya navxweyî baş ava bikin.”

Banga Ocalan û girîngiya yekitiyê

Selahattîn Soro wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îranê, kurdên Iraqê bi kar di anî û Sedam jî kurdên Îranê. Kurdên her du parçeyan jî di hêla erdnîgarî û siyasî de derbên giran xwarin. Niha ev xetere li Rojava jî heye. Lewma siyaseta Rûsya û DYA’yê ya li Rojava xwedî potansiyeleke ku pêşeroja kurdan diyar bike. Bangawaziya Rêber Ocalan a ji bo yekitiyê pir girîng e. Divê li Rojava kurd hem di warê leşkerî û hem jî di warê polîtîk de bi dînamîkan re bidin û bistînin. Çavuşoglu di got; ‘Yekitiya ENKS û PYD’ê projeyek e. Em ê nehêlin ev yek pêk bê.’ Ev nîşaneya vê rastiyê ye. Divê ENKS li xwe haydar be. Heke PYD bê tasfiyekirin, dê Rojava nedin ENKS’ê, yan jî PKK bê tasfiyekirin dê ala Başûr li Qendîlê neçikînin. Dê li serê Qendîlê alaya tirkan daliqînin û ‘Çi şadile yê ku dibêje ez tirk im’ binivîsinin. Tasfiyekirina PKK’ê, tasfiyekirina PDK û YNK’ê ye. Li Rojava jî divê ev yek wisa bê fêmkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar