Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

OHD’ê rapora xwe ya Goristana Kîlyosê aşkera kir

Dewleta tirk di 19’ê kanûna sala 2017’an de Goristana Xerzan a Bedlîsê bi makîneyên kar xera kir û cenazeyên 282 gerîlayên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan, veguhestibûn. Li ser serlêdanên hiqûqî yên malbatan, walîtiya Bedlîsê di 2’yê çileya 2018’an de daxuyaniyek da û diyar kir ku goristan vala ye.

Du sal piştî bûyerê, Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand dîmenên cenazeyên li bin peyarêyekê li Goristana Kîlyos a Stenbolê hatibûn veşartin û bi vê yekê re jî ev mijar careke din bû rojev. Ji 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin, 261 jê di bin vê peyarêyê de hatine veşartin. Li ser vê agahiyê jî komeke ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) a Stenbolê li cihê goristanê dest bi lêkolînan kir. Parêzeran encama lêkolîna xwe kir rapor û bi raya giştî re parve kir.

‘Sepaneke derhiqûqî û dermirovî ye’

Di raporê de derket holê ku cenaze ne li goristana bêkesan, li devera ku weke peyarê tê bikaranîn hatine veşartin û dîmenên derketîn jî vê rastiyê nîşan dide. Rapor wiha didome: “Rayedarên ku cenaze ji Goristana Xerzanê rakirin û birina Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û piştre jî li peyarêya Goristana Kîlyosê bicih kirin li dijî hiqûqê tevgeriyan e. Hem der barê van û hem jî der barê rayedarên ku cenaze ne li gorî pîvanên rûmeta mirovahiyê definkirin de divê lêpirsîneke îdarî û edlî bê vekirin.”

‘Divê ji malbatan lêborînê bixwazin’

Rapor wiha bi dawî bû: “Divê di zûtirin dem de encama tespîta hestiyên cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlyosê hatine definkirin bên qedandin û cenazeyan bidin malbatan. Dîsa cenazeyên ku tesbîta hestiyê wan nehatine kirin, li gorî pîvanan bên derxistin û divê li Goristana Xerzan a Bedlîsê bên veşartin. Divê ji malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û birina Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê lêborînê bixwazin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar