Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dijmin jî hêza şehîdan ditirse û dixwaze koka gelê me biqelîne’

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi boneya şehîdên Meha Gulanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî goristanan ji Gerîla TV’yê re axivî.

Hevpeyvîna Karayilan wiha ye:

“ Bi wesîleya meha gulanê, Meha Şehîdan, di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên gulanê bi bîr tînim. Em sond didin ku soza me daye şehîdan dê pêk bînin û têkoşînê geş bikin. Em ê bîranîna wan bikin perspektîfa avakirina jiyana azad, berxwedanê geş bikin û bi avakirina jiyana azad û Kurdistana Azad bidomînin. Em di vê roja pîroz de Rêber Apo ku pir keda wî heye li ser navê hemû hevalan silav dikin û dilsoziya xwe nîşan didin.

Di berxwedana me de cihê şehîdan esas e

Di hebûn û berxwedana her civakê de cihekî girîng ê şehîdan heye. Heke li ser xakekê xwîn hatibe rijandin, ew xak dibe welat û pîroziya wê wiha geş dibe. Ji ber vê jî di dîroka her neteweyê de cihê kesên ku ji bo azadiyê xwîn rijandine û şer kirine taybet e. Di têkoşîna me de jî, di Kurdistanê de ev xwedî cihekî taybet e. Di berxwedana me de cihê şehîdan esas e.  Li ser welatê me siyaseta qirkirinê heye, civaka me li ber kêrê ye û dagirkerên li welatê me dixwazin qira gelê me bînin. Ji ber vê li pêşberî me dijminekî barbar, kîndar û ne dilrehm heye. Her tiştê me dikin hedef; hebûna welatê me, hebûna civaka me, hebûna çanda me, dîroka me û ya rabirduya me dikin hedef û dixwazin wê ji holê rakin. Rêber Apo li welatekî wiha, li gel her cure bêderfetiyan jî bi rê ket. Ji ber vê jî li welatê me berxwedaniya şoreşger encex bi ked û xwînê dikarîbû geş bibûya.

Şehadeta Hakî Karer û biryara partîbûnê

Bi şehîdbûnê re her tişt ava bû, berxwedana me ya li Kurdistanê wiha geş bû û her tişt bi xwîna şehîdan ava bû. Nexasim îdeolojî û felsefeya ku Rêber Apo danî holê, her wiha rêbaza dilsoziya wî ya bi heval û hevrêtiyê re di berxwedana me de şehîdbûn li cihekî berz û taybet danî. Bi şehîdbûna heval Hakî Karer re Rêber Apo got; ‘Êdî xwîn rijiya, jê veger nîne.’ Ji bo bîranîn û tola heval Hakî Karer bernameya PKK’ê nivîsand. Bi vî rengî partîbûn; ango biryara têkoşîna azadiyê teqez bû.

Hevrê Halîl Çavgûn jî ji hêla kontrayên feodal, axa û tirk ve hate şehîdkirin. Ji ber vê şerê tolhildanê geş bû û bi vî rengî berxwedana Hîlwanê bi vî rengî dest pê kir û bi ser ket. Di sala 1979’an de jî li Pirsûsê Muslûm Baran şehîd bû. Ev jî bûye wesîleya geşbûna berxwedanê û berxwedana Sêweregê wiha geş bûye. Di berxwedana Hîlwan û Sêweregê de bi pêşengiya Salih Kendal û Cûma Tek nêzî 20 hevrêyên me şehîd bûn.

Berxwedana li zindanan

Darbeya 12’ê Îlonê dixwest li zindanan PKK’ê tine bike. Ji ber ku piraniya kadroyên me dîl hatibûn girtin û li zindanan bûn. Dixwestin  di ser kadroyan re siyaseta teslîmgirtinê xurt bikin û wiha PKK’ê tesfiye bikin. Li dijî vê, Mazlum Dogan bi berxwedana xwe peyama berxwedanê da. Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Aynik, Necmî Oner ev peyam wergirtin û bedena xwe dane ber êgir. Piştî vê jî li dijî faşîzmê di 14’ê tîrmehê de Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê rû da. Polîtîkaya teslîmgirtinê ya ku dijmin plana wê danîbû, hate şikandin. Ev berxwedan her wiha ji bo hemû tevgerê peyamek bû û giyanek daye.

Di vê pêvajoyê de û li ber ronkahiya peyama şehîdan, bi pêşengiya hevrê Egît Pêngava 15’ê Tebaxê re ev pêvajoya berxwedanê aniye ser qonaxeke din. Vê pêvajoyê bi xwe re artêşa şehîdan ava kiriye. Bi qutebirî, di dîroka berxwedana me de her şehadet ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir ve bûye serdemeke nû û xurt a berxwedanê.

Şehîd rêya me ronî dikin

Bi felsefe û ramana ku Rêber Apo danî holê, bi pratîkî dilsoziya wî ya bi hevrêtiyê re, bi xwe re ev geşedan afirand. Ji ber vê Rêber Apo got; ‘Partiya me, partiya şehîdan e’ û endamên heqîqî şehîd in. Bi rastî jî dema ku niha em lê dinêrin, şehîd me birêve dibin, me li ser piyan dihêlin, me tînin cem hev û dikin ku em tevlê bibin. Ango şehîd yekitiya me pêk tînin û rêya me ronî dikin.

Her wiha şehadeta heval Bêrîvan a li Cizîrê heye. Ew gerîlayek bû, çûbû Cizîrê û peywira şoreşgerî pêk di anî. Dijmin ji bo ku li Cizîrê xebata şoreşgerî ji holê rake bi plan heval Bêrîvan şehîd kir lê hemû Cizîr bû Bêrîvan. Niha navê piraniya jinên Cizîrê Bêrîvan e û li nav refên me ne, li nav şehîdan in. Cizîr bû keleha Berxwedanê. Ango wê şehîdbûnê tevgera me qels nekir. Tişta ku dijmin hêvî dikir nebû, berevajî wê bû.

Serhildan bi xwedîderketina li şehîdan geş bû

Li Kurdistanê serhildan destpêkê bi xwedîderketina li şehîdan geş bûye. Xwestine ku cenazayên şehîdan bi merasîman, bi dirûşman, bi girseyî rakin. Bi vî rengî serhildanan dest pê kiriye. Li Nisêbînê meşa ji bo cenazeyê Heval Salih, Heval Zana, Heval Zinar, bi tevahî ya 11 hevalan bûye serhildan. Li Cizîrê jî wiha bûye û li hemû Kurdistanê berbelav bûye. Ango şehîd rêxistiniya gelê me dikin, rê ve dibin û radike serhildanê. Rê nîşanî Têkoşîna Azadiyê didin. Şehîd di têkoşîna me de bi roleke wiha rabûne.

PKK partiya şehîdan e

Xeta Rêbertî û şehîdbûn hev temam kirine û bi esasî diyardeya şehîdbûnê kiriye ku xeta Rêbertî pêl bi pêl geş  bibe. Bi hev re xwedî têkiliyeke wiha ne. Diyardeya Rêbertî li Kurdistanê bi berxwedana şehîdan derketiye holê. Ji ber vê Rêbertî her wiha temsîla şehîdan e jî. Jixwe Rêbertî bi vî rengî dibêje. Naxwe xeta Rêbertî û şehîdan ronkahiyê çêdikin, hêz û vînê çêdikin, wêrekî û fedekariyê çêdikin. Ev jî mirov diqulibîne ser hêza têkoşîn û berxwedanê. Diqulibîne ser vîneke ji polayê. Vaye niha ev 43 sal in ev heqîqet me rê ve dibe. Ango heqîqeta şehîdên leheng me rê ve dibe. Ji ber vê PKK partiya şehîdan e.

PKK qels nabe û her ku diçe mezintir dibe

PKK qels nabe û naqede. PKK her ku diçe mezintir dibe. Ji ber ku PKK partiya şehîdan e. Bi hêza şehîdan, têkoşînê û berxwedanê geş dike û berz dike. Ev hêz PKK’ê vediguherîne ser hêzeke têkneçûyî. Her wiha li ser rêya şehîdan û Rêbertî meşa ber bi serfiraziyê ye.

Naxwe mirov dikare wiha bibêje; ‘Rêya şehîdan, rêya Rêberî û serfiraziyê ye. Divê qutbûn ji vê rêyê çênebe. Qutbûn tê maneya qutbûna ji serfiraziyê. Bi temamî qutbûna ji vê îxanet e. Pîvan wiha ji hêla şehîdan ve hatiye danîn. Şehîdan pîvana serfiraziyê bi berxwedanê zelal kirine. Ji ber vê heqîqetê em şopdarên şehîdan û Rêbertiyê ne. Divê em bi wesîleya meha Gulanê lê bifikirin bê ka em çendî li ser rêya şehîdan in, çendî şopdarên wan in.

Hemû şehîd bi bîr anî

Em hemû şehîdên me di şexsên şehîdên meha gulanê de bi bîr tînin. Lê em pê dizanin di her meh û her roja 43 salan de şehîd hene. Em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji Adil heta bi Nûdayan, ji Rojîn heta bi Reşît, Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîran, hemû şehîdên ku heta niha bi şexsê şehîdên meha gulanê de bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê dildarê bîranîna wan bin.

Piraniya şehîdên sala 2019’an bi komployê şehîd bûn

Şehadetên sala 2019’an ji bo me xwedî cihekî girîng in û divê bêne ser ziman. Piraniya wan bi komployê şehîd bûn. Bi îstîxbarata li ser xakên Kurdistanê hatine dayin şehîd bûne. Şehadeta Têkoşer, Têkoşîn, Zerdeşt Şengalî, Şernas, gerilayên din ên li Şengalê û yên li Qadên Parastina Medyayê jî wih bûne. Di şehîdbûna wan de rola xeta noker zêde ye. Em şehîdên 2019’an di şexsê fermandarên me Heval Alî Piling û Çîçek Botan de bi bîr tînin. Heval Sînanê Sor (Alî Aktaş) û Rûbar (Huseyîn Poyraz) jî di sala 2017’an de şehîd bûn. Di têkoşîna me de xwedî kedeke mezin in û bi roleke mezin rabûne, hemû temenê xwe dane têkoşînê û şoreşê. Di van 5 salên dawî de ji Konseya Biryargeha HPG’ê 18 heval şehîd bûne. Em tevgereke wiha ne. Em ji şehîdên xwe hêzê distînin lê ji şehîdbûnê natirsin.

Êrîşên li dijî goristanan

Çima êrîşî goristanên şehîdan dikin? Ji ber ku dijmin jî hêza şehîdan dît û ji vê hêza şehîdan ditirse. Sedema pêşî ev e. Sedema duyan jî bêguman dijmin dixwaze koka gelê me biqelîne. Dixwaze qir bike. Ji ber vê naxwaze ku dîroka gel hebe. Naxwaze ku di bîra xwe de tiştekî veşêre û biparêze. Dema Şêx Seîd ew qas şehîdên Licê, Palû û Hênê li ku ne? Şehîdên Dêrsimê, yên Geliyê Zîlan li ku ne? Çend ciwan navê wan dizanin? Gorên wan li ku ne? Nînin. Dijmin hemû ji holê rakirine. Tê zanîn, gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza nînin.

Xeta şehîdan bikin xeta serfiraziyê

Her şehîd ji bo me talîmat e. Talîmata çiye? Talîmata ji kêmasiyên xwe derkevin. Bi erzanî serfiraziyê nedin dijmin, xwe biparêzin. Rêbertî jî tîne ser ziman. Heke tu bi lehengî şer bikî û li ber xwe bidî, bi rengekî ku dastanê biafirînî şehîd bibî ev pîroz e, lê ev bi serê xwe, ji hev qut bin ev serfiraziyê nayîne. Di dîroka me de dastanên lehengiyê zehf in. Ya ku li me dikeve ew e ku em van dastanên lehengiyê ji xwe re bikin mînak, talîmata şehîdan rast fêhm bikin û xeta şehîdan bikin xeta serfiraziyê.

Rastfêhmkirina şehîdan

Şehîd hêz in, nemir in, dema ku em wiha dibêjin, em nabêjin em hemû şehîd bibin. Şehîd çima nemir in? Ji ber ku dixwazin me bikin hêza serfiraziyê. Ji ber vê nemir in. Ji ber vê, ya ku divê were kirin ew e ku em şehîdan rast fêhm bikin. Li vir a girîng ew e ku em şehadetê û Rêbertî rast fêhm bikin.  Her kes divê wiha fêhm bike, şaş fêhm neke û kesek divê nebêje min fêhm nekir. Ji ber vê Rêbertî parastin danî holê, perwerde tê dayin. Şehadet çêdibin.  Roja berdest kes nikare bibêje, min fêhm nekir.  Rastfêhmkirina Rêbertî û şehadetan ew e ku mirov li dijî dijmin xwe bike hêza serfiraziyê. Rastfêhmkirin ev e.  Divê ev wiha were dîtin.

Tu dê çawa bibî hêza serfiraziyê? Ji bo ku bibî hêza serfiraziyê divê tu şêwaza şer a dijmin nas bikî û vê şêwazê pûç bikî. Di navenda şêwaza şerê dijmin de îstîxbarat heye. Piştre teknîk heye. Divê tu vê pûç bikî. Şêwaza tevgerînê divê wiha be.

Gerîlatiya serdema nû dê îsal bi temamî pratîze bibe

Di vê çarçoveyê de ev 3 sal in em li ser hûr dibin, hewldanan geş dikin. Îro em ketine pêvajoyeke girîng. Heta niha perspektîfên me, projeya me ya ji nû ve danînê nîvî nîvî pêk hatine. Îsal em êdî dixwazin bi temamî pratîze bikin. Êdî nîvî nîvî pratîzebûn nabe. 2020’an divê li ser xeta şehîdan û Rêbertî gerîlayê serdemê, gerîlayê xeta nû jiyanî bibe. Bi keda şehîdan û Rêbertî em hatine asteke din.  Ev ast asta gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e. Ne şêwaza gerîlatiya klasîk e. Ne gerîlayê ku bi roj diçe her deverê, xwe şanî her kesî dike, diçe gundan û jê derdikeve. Gerîlayên ku mîna xeyaletan tevdigerin. Nayên xuyakirin lê li her deverê ne. Nayên xuyakirin lê dijmin dişopînin. Nayên kontrolkirin lê dijmin kontrol dikin. Gerîlatiya serdemê wiha ye. Gerîlatiya serdemê ew e ku mirov îstîxbaratê nede dijmin û derheqê dijmin bibe xwedî îstîxbarat û dijmin tasfiye bike.

Gerîla êdî dive biçe serfiraziyê, ji ber ku em di pêvajoya dawî de ne. Êdî divê em biçin serfiraziyê. Cidîbûn hewce ye. Cidîbûn tê maneya disiplînê, xefbûnê û pûçkirina dijmin. Pêvajoya gerîlayê ku dijmin pûç dike, derbê lê dixe dixwaze. Romantîzma wê êdî wiha ye. Divê Konfederalîzma Demokratîk ava bike, azadiya gelan ava bike. Êdî hewceyî bi gerîlayên ku bi vê hişmendiyê bi rê dikeve heye.

Rewşa eyaletan ji aliyê me ve hatiye fêmkirin

Bi vê çarçoveyê pêşketin hene. Em dikarin vê bibêjin. Ji nîsanê û vir ve du meh bihurîn. Rewşa hemû eyaletan ji aliyê me ve hate fêhmkirin. Bi giştî astek heye. Hemû eyaletan çalakî kirin. Çalakiyên baş çêbûn. Ji Dêrsimê heta Serhed, Botan, Amed û Xerzanê hewldan derketin pêş. Tê dîtin ku astek heye. Lê divê ev bê domandin û kûrkirin. Divê ev sal bibe sala berxwedanê. Biqulibe ser pêngava gerîlayê Modernîteya Demokratîk. Peywira li ber me ev e.

Bi vî rengî em dikarin tola dîrokî hilînin

Ev peywir şehîdên me û Rêbertî li ber me daniye. Divê li ser vê xetê em kûr bibin. Kûrbûna li ser şehîdan û xeta Rêbertî wê me bibe serfiraziyê, encamê. Em bi vî rengî dikarin rastiya şehîdan bijîn, bi layiqî li bîranînên wan xwedî derkevin. Bi vî rengî em ê tola dîrokî hilînin. Bi vî rengî em ê xeyala gelê xwe, xeyala dayikên vî welatî, xeyala zarokên vî gelî pêk bînin. Ya ku li hêviya me ye ev e. Ya li ber me ev e. Li ser van esasan divê hemû hevrê li peywirên serdemê xwedî derkevin, li ser şopa şehîdên leheng bibin milîtanên serfiraziyê. Şehîdên me vê ji me dixwazin. Li ser van esasan şehîdên me rabirdu, dahatuya me ne, şehîdên me her tiştî me ne. Şehîdên me talîmata me ne. Ji ber vê em dibêjin; şehîd namirin!” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar