Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ev 17 sal in hestiyên her du birayan nadin malbatê

Dayikên Şemiyê di hefteya 791’emîn de jî çalakiya xwe ya ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, li dar xist. Ji ber rewşa vîrûsa koronayê çalakvanan nekarî li kolanan dengê xwe bilind bikin û ji ber vê jî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî çalakî domand.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Orhan û Mehmet Selîm Orhan ku birayên hev bûn û birazayê wan Cezayîr Orhan pirsîn. Her sê welatî di 24’ê gulana sala 1994’an de hatin windakirin. Di sala 2003’yan de jî hestiyên Hasan û Mehmet Selîm Orhan hatin dîtin lê belê yên Cezayîr Orhan nehatin dîtin.

Parêzerên malbata her sê windakiriyan Reyhan Yalçindag bal kişand ser Hefteya Windakiriyan û got ku ev hefte salvegera windakirina her sê xizmên hev e. Yalçindag da zanîn ku wan weke Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dosyaya her sê welatiyan şopandine û di sala 2002’yan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hinceta binpêkirina mafên mirovan, dewleta tirk mehkûm kiriye.

Hestiyên windakiriyan jî winda kirin!

Têkildarî mijarê kurê Mehmet Selîm Orhan, Adnan Orhan jî axivî û wiha got: “26 sal berê bavê min, mamê min û pismamê min ji aliyê leşkerên ji Boluyê anîbûn ve hatin windakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Piştî 11 salan li Pasûrê goreke komî yê aîdî 8 kesan derket holê. Me xwest em hestiyên xwe werbigirin û bibin veşêrin da ku goreke me hebe. Lê belê dozgeriya Amed û Pasûrê û Saziya Tipa Edlî ya Amedê gotin hestî winda bûne û destûra me nedane. Hêj goreke me nîne. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Divê pêvajoya edlî dîsa dest pê bike’

Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla xwarziya Hayrettîn Eren ê di serdema darbeya 12’ê Îlonê de hatibû windakirin, Setenay Yarici ve hate xwendin. Yarici serpêhatiya her sê windakiriyan parve kir û da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê bidomînin. Yarici got ku Mehmet Selîm û Hasan Orhan di heman gora komî de hatine dîtin lê hestiyên wan nedane malbatan. Yarici anî ziman ku pêwîste pêvajoya edlî dîsa were destpêkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar