Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin

Li Qilebanê welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, çûyîna wan a zozana tê astengkirin. Welatiyan anîn ziman ku esker ji wan re dibêjin: “An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn naçin zozana.”

Şêniyên gundê Elemûn ê Qileban a Şirnexê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, hewl didin ku di meha Hezîranê de biçin Zozana Kaniya Spî. Lê belê welatiyan anî ziman ku bi zextên eskerean re rû bi rû dimînin û gotin, esker cerdevantiyê li wan ferz dikin.

‘Ev der bihuşta me ye’   

Sermiyan Olmez (53) diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike û got, ji meha Nîsanê ve dest bi amadekariyên xwe kirine û heywanên xwe birine quntara çiyê. Olmez, anî ziman ku piştî dinya baş germ bibe ew ê biçin Zozana Kaniya Spî. Olmez, bal kişand ser bedewiya zozana û jiyana gund û got: “10 salan li Stenbolê mam. Lê dawiya dawî dîsa hatim gundê xwe. 10 salên Stenbolê ne bi rojeke gundê min e jî. Li vira hizûr û aramî heye. Bedewiya xwezayê, bereket heye. 40 roj in neçûme gund, lê ne xema min e. Li van çiyayan hewa paqij heye. Hela li van dara, li van çiyaya mêze bikin. Ev der bihuşta me ye.”

Bi qantiran diçin  

Olmez, anî ziman ku gava erzaqa wan diqede bi qantiran dikevin rê û piştî 6 saetan digihên kolanê û got: “Em erzaqên xwe bi qantiran tînin. Her wiha penêr û şîrê ku berîvana jî em bi qantiran dikişînin. Em kîloya penêr bi 30 lîreyî didin, lê payizê em ê bi 50 TL’yî bidin. Em du lître û nîvê şîr jî bi 20 TL’yî didin. Qantir, dest û piyên me ne.”

Esker wan asteng dikin 

Zumeyra Olmez jî anî ziman ku cihê lê ne nêzî sînor e û got, ev der ji bo xwedîkirina heywanan cihekî zehmet e. Olmez, destnîşan kir ku bi astengiyên eskeran re jî rû bi rû dimînin û got: “Em diçin zozana esker em asteng dikin. Gava em li gund dimînin heywanên me dikevin nav zad û bîstanan. Ji ber vê em û gundiyan pev diçin. Ji ber vê em jî diçin hêla Heftanînê. Dîsa esker astengiyan didin ber me. Yanî em zor û zehemtiyê dikişînin. Ji xeynî sewalvaniyê em nikarin karekî din bikin. Li vira ne fabrîke hene ne jî tiştekî din. Ji ber ku ev der çiya ye em nikarin çandiniyê jî bikin. Tenê em debara xwe bi sewalvaniyê dikin.”

‘Bibin cerdevan’   

Olmez, destnîşan kir ku esker ji wan re dibêjin “an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn nikarin biçin zozana.” Olmez, anîz iman ku esker dibêji her gundiyek herî zêde dikar 5 heywanan xwedî bike û got: “Essker nahêline m biçin zozana. Nhêlin em pir heywnana xwedî bikin. Dixwazin em heywanên xwe bifiroşin. Em biçin zozana, dibe ku esker me ji wir derxin. Cerdevantiyê li me ferz dikin. Em en dibin cerdevan ne jî cerdevantiyê dikin.”

Ummîhan Olmez jî ku kincên xwe di teştekê de dişo, bal kişand ser zor û zehmetiyên cihê lê ne. Olmez, got: “Li vira ji ber ku ceryan tuneye, sarinc û cilşo jî tunene. Lewma em bi dest dişon. Lê zor û zehmetiya jiyana li vira pir ji ji jiyana li bajaran çêtir e. 5 saet xewa vira berberî 10 saeta a bajaran e.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar