Dewleta tirk di sala 2018’an de 281 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwan a Bedlîsê derxistin û bi hinceta ‘lêkolînkirina tipa edlî’ biribûn Stenbolê. Beriya çend rojan derketibû holê ku ji van cenazeyan 261 jê li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan hatibû veşartin. Cenaze di pakêtên plastîk de li 18 gorên komî de li ser hev hatibûn veşartin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li goristanê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek amade kir. Komeleyê di raporê de xwest ku cenazeyan bidin malbatên wan û der barê kesên ku ev yek kirin jî lêpirsîna edlî bê destpêkirin. OHD dê veşartina cenazeyan bi awayekî komî di bin peyarêyê de bibe Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Têkildarî mijarê endamê OHD’ê parêzer Serhat Çakmak ji MA’yê bi Erdogan Alayumat re axivî û wiha got: “Revandina cenazeyan û awayê veşartina wan rêzê bêhiqûqiyetiye. Piştî pêvajoya çareseriyê dewletê dest bi êrîşkirina goristanan kir. Beriya Xerzanê li Licê goristan hate bombebarankirin. Veşartina cenazeyan a li ser hev û di bin peyarêyê de bêhiqûqî û binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Di şer de mirin çêdibin lê belê dema kesek mir, têkiliya wî bi cîhanê re qut dibe û kes nikare mudaxaleyî veşartin û rîtûelên olî bibe. Ev feraset bi demê re di nava civakê de bûye edet û di hiqûqê de jî bûye qanûn. Ev bûyer wijdana mirov diêşîne û tê xwestin ku civakê bêbîr bihêlin.”
‘Peymanên navneteweyî tên binpêkirin’
Çakmak diyar kir ku ne tenê xerakirina goran, heta ziyandayîna axa goran jî di hêla manewî de mirovan birîndar dike û wiha pê de çû: “Veşartina cenazeyan di bin peyarêyê de nayê qebûlkirin. Sepanekî derqanûnî ye. Awayê veşartina cenazeyan ji bo her kesî derbasdar e. Cenaze li ser hev nayên veşartin û divê li cihên guncav bên veşartin. Kesên fermana vê sepanê dane, di hêla hiqûqî de jî berpirsyar in. Bi vê re peymanên navneteweyî binpê dikin.”
‘Birînên heyî xwînî dikin’
Herî dawî jî Çakmak ev tişt anî ziman: “Bi êrîşên ser goristanan re birînên heyî xwînî dikin. Her kirinekî li dijî cenazeyan binpêkirina li dijî mafan e. Me temamiya vê pêvajoyê şopand. Me gilî jî kir. Lê beriya ku rêyên hiqûqî yên hundirên bi dawî bibin, em ê serî li hiqûqa navneteweyî jî bidin. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Em dixwazin ji ewil serî li NY û DMME’yê bidin. Di hêla hiqûqê de em pirsgirêkan dijîn û muxataban nabînin.” STENBOL