Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Tevî êrîş û ambargoyan jî gelê Mexmûrê dê vîna xwe teslîm neke’

Ambargoya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) ev zêdetirî 10 mehin didome. Li gel ambargoya heyî, artêşa tirk jî her carê wargehê bomebaran dike. Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Wargeha Mexmûrê Çîçek Cengîz ji MA’yê bi Erdogan Altan re axivî.

Çîçek Cengîz da zanîn ku şêniyên wargehê di salên 90’î de ji ber zext, şewitandina gundan, ferzkirina cerdevantiyê û ji ber kuştinên kiryarên wan nediyar koçber bûn û wiha domand: “Tevî hemû zextan jî gelê Botanê li ber xwe dida. Dewleta tirk ji bo ku gelê Botanê îxanetê li nirxên xwe bike, bi her awayî êrîş dikir. Dema ku gel warê xwe berdayî jî berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Her tiştê xwe li pey xwe hiştin. Lê di dema vê koçberiyê de gelek êş dîtin. Sînorê bi tije mayin derbas kirin û gelek kes ji ber teqîna wan mayinan mirin. Di wê zivistanê de di bin berf û baranê de tevî zarokan bi şev û roj meşiyan heta ku xwe gihandin Başûr. Xwestin li vir jiyana xwe bidomînin.”

‘Gelê Botan rastî îxaneta rêveberên Başûr hatin’

Cengîz bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Lê li kurdên ku koçberî Başûr bûn vêcarê jî birayên wan îxanet lê kirin. Gelê Botanê bi salan li gel pêşmergeyan têkoşiya û pêşengtî ji şerê Başûr re kir. Lê belê rastî îxaneta rêveberên Başûr hatin. Mirov nizane bê ka dê çi navî li vê îxanetê bike. Vêcarê jî gelê me bi zextên PDK’ê re hevrû ma. Dewleta tirk vêcarê jî bi alîkariya PDK’ê li dijî gelê me polîtîkayek pêş xist. Yek ji van rêbazan jî ew bû ku serê kal û pîrên me yên 80-90 salî yên pez xwedî dikir jê dikirin û ji bo pereyan difirotin dewleta tirk. Heta demekî ev polîtîkaye dom kir. Her wiha gelek caran bi ser kampê de digirtin. Tiştên ku PDK’ê kirin kêmî kiryarên dewleta tirk nebûn. Bi rêbazên talan, komkujî, girtin û hwd. êrîşî me kirin.”

Mar, dupişk û şewatên konan

Di berdewamê de jî Cengîz da zanîn ku herêma ku gel lê bi cih bûbû ji bo jiyanê guncav nebû û wiha pê de çû: “Piştre jî hêdî hêdî li Mexmûrê bi cih bûn. Li herêma ku kamp lê hatiye avakirin av nebû. Wê demê gelek zarok ji tînan jiyan xwe ji dest dan. Dema hêj di konan de jî vêcarê şewatên li konan dest pê kirin. Gelek kes jî bi vî awayî mirin. Gelek zarok jî ji ber pêvedana dupişkan mirin. Piştî dupişk qediyan jî vêcarê maran dest pê kir. Ji ber pêvadana mar û dupişkan gelek zarok mirin. Ji bo nivîsandina van êş û derdan ne pênûs û ne jî lênûs têr ê nakin. Gelê me yê li vir ê botanî gelekî berxwedêr e. Herêm cihekî bi kevir û bêsûd bû. Lê gelê me li vir bi destên xwe jiyanek ava kir. Her kesê ku wargeh di dît şaş dima ji ber ku ev kes terkî mirinê hatibûn kirin. Gelê me bi hilberînên xwe yên çandiniyê pêşengiyê ji herêmê re dike.”

Pergala rêveberiyê ya wargehê

Têkildarî awayê rêveberiya wargehê jî Cengîz ev agahî dan: “Herêma ku em lê ne di hêla erdnigariyê de girêdayî hikûmeta navendî ye. Lê ji herêma federal serbixwe nîne. Şêniyên wargehê di çarçoveya bîrdoziyekê de hate vê astê. Hebûna xwe li ser bingeha konfederalîzma demokratîk ava kir. Rêveberiya xwe bi rêya meclis û komunan dike. Pergala heyî ji jêr ber bi jor ve ye. Di biryargirtinê de yên xwedî gotin gel bi xwe ye. Biryarên tên dayîn jî piştre dibin meclisan. Di her meclisekî de berdevkek jin û yek jî mêr e. Hevalê mêr girêdayî xebatên giştî ye. Hevala jin jî hem xebatên giştî dimeşîne û hem jî di rêveberiya cewherî de cih digire. Pergala me pergala hevserokatiyê ye. Ev rewş ji bo komunan jî derbasdar e. Di hêla aborî û civakî de ji bo cîhanê cihekî mînak e. Gelek kes dixwazin bên serdanê û mînaka vir li herêmên xwe jî biceribînin. Zimanê perwerdeyê jî kurdî ye.”

Êrîşên li dijî wargehê

Cengîz anî ziman ku li wargehê 5-6 hezar jê zarok bi giştî derdora 12 hezar kesan hene û wiha pê de çû: “Ji ber êrîşên DAIŞ û dewleta tirk, jiyana van kesan di xetereyê de ye. Gel ji ber van êrîşan bi fikar e. DAIŞ ji sala 2014’an ve êrîş dike. Xwestin di sala 2014’an de li Şengalê komkujiyê bikin. Lê ji ber birêxistinbûna gel, nekarîn bikin. Di êrîşeke gengaz de heke Mexmûr bikeve dê herêm jî bikeve. Ev nikare bê înkarkirin. Niha careke din zeviyên me di şewitînin. Ji bo pêşîlêgirtina jiyanê jî ambargoyê li ser me ferz dikin. Li hêla din jî êrîşên dewleta tirk hene. Ji sala 2017’an ve em bênavber rastî êrîşên hewayî tên. Di van êrîşan de gelê me tê qetilkirin. Li gorî qanûnên navdewletî ev êrîş nayên qebûlkirin. Gelo dewleta tirk çawa wargeha penaberan a li ser xaka welatekî din bombebaran dike? Gelo ma tu kes vêya nabîne? Kes nabîne ku dewlet tirk qanûnên navdewletî binpê dike?”

‘Dê ne gelê kurd û ne jî mirovahî wan efû neke’

Çîçek Cengîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî êrîşa li ser konsolosxaneya dewleta tirk heta niha ango ev 10 meh in li ser wargehê ambargo heye. Bingeha vê ambargoyê hêj zû de amade kirin. Ev plan bi êrîşa li dijî konsolosxaneyê re kete meriyetê. Dixwazin ku Mexmûr paşve gav biavêje û dev ji jiyana xwe ya heyî berdin. Armanca din jî ew e ku rêxistinbûyîna heyî belav bikin. Gefa birçîtiyê dixwin. Gelê me rojên gelek zehmet jiyan. Birçî jî bimîne dê xwe mihtacî KDP’ê neke. Vîna xwe teslîm nake. Ev 10 meh in li dijî PDK û dewleta tirk li ber xwe didin. Alavên tenduristiyê yên li kampê her ku diçe kêm dibin. Rewşa aborî jî nebaş e. Gelê me ji sala 1993’yan heta niha li ber xwe dide. Mînakeke mîna vê berxwedanê li tu devereke din a cîhanê nîne. Ji ambargoya heyî hikûmeta navendî, PDK û YNK berpirsyar in. Ji êrîş, bêdermanî û mirinên heyî ev hêz berpirsyar in. Yek ji berpirsyarên din jî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Ji ber ku wargehekî siyasî ye û tevî êrîşan jî bêdeng dimînin. Bêdengiya heyî nîşan dide ku KDP, YNK, Iraq û NY hevkar in. Lê divê ji bîr nekin ku dê ne dîroka mirovahiyê û ne jî gelê kurd wan efû neke.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar