Înîsiyatifa Ji girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 299’an de bi sedema vîrûsa koronayê bi vîdeoyekê daxuyanî da. Li ser navê înîsiyatifê, hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatin Kanat axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê bi navê Soydan Akay ê li Girtîgeha Hejmar 9 a Tîpa F ya Sîlîvriyê.
Kanat da zanîn ku girtî Akay 46 salî ye û ev 27 salin jî di girtîgehê de ye. Bi domdarî jî Kanat ev agahî dan: “Bi Akay re nexweşiyên hepatît-B, romatîzma û penceşêra prostatê hene. Dema dermankirina Akay derbas bûye. Ji 2’yê adarê ve jî li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê li klînîka Onkolojiya Radyasyonê dest bi tedawiyê kir. Ji ber hêza wî kêm bû, spazma dil derbas kir.”
Kanat da zanîn ku Akay rastî gelek binpêkirinan hatiye û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê des datîne ser name û daxwaznameyên wî yên ku dixwaze ji saziyên fermî re bişîne. Bi vê yekê re nahêlin pirsgirêkên xwe bi muxatabên xwe re vebêje. Tevî ku ji nexweşên giran e jî ev zêdetirî 2 sal in di qawîşa yekkesî de tê girtin. Ev jî xetereyeke mezin li ser jiyana wî çê dike. Dixwaze ku wî derbasî cem hevalên wî bikin an jî hevalên wî bînin cem wî. Lê serlêdanên wî yên ji bo vê daxwazê jî hatin redkirin. Ev nêzî 2 sal in ku tev li tu çalakiyên sosyal û sporê nebûye. Ev jî bandorekî neyînî li ser derûniya wî dike.”
Herî dawî jî Kanat ev tişt anî ziman: “Akay rastî gelek binpêkirina mafan hatiye. Em dixwazin ku înfaza Akay bê taloqkirin û Akay bê berdan.” ENQERE