Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Hewceye PDK û YNK jî êdî bibin parçeyeke têkoşîna neteweyî’

Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel Adil Osman têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê bi Botan Germiyan re axivî.

Adil Osman diyar kir ku dewleta tirk li dijî gelê kurd dest bi şerekî wêrankirinê kiriye û wiha got: “Tirkiye her ku valahiyê dibîne lê dide. Herî dawî li gundên Sefre û Dihokê komkujî kirin. Di êrîşê de çend sivîl û şoreşgerên kurd şehîd kirin. Bûn sedema wêraniyê. Serweriya xaka Başûr û Iraqê binpê kir. Ev jî li dijî kurdan şerekî taybete. Naxwazin gelê kurd û şoreşgerên wan li ser xaka xwe aram bijîn.”

Bi domdarî jî Osman ev tişt anî ziman: “Ev êrîş encama şikestina dewleta tirk a li dijî hêzên gerîla ne. Li hemberî darbeyên hêzên gerîla bêbandor bûye. Bi rêya balafir, sîxûr, şerê taybet û teknîkê hewl dide tirsê bixe nava gel. Ji parçe parçekirinê bikire heta şewitandin û komkujiyan, hemû cureyên êrîşan li dijî kurdan bi kar tînin. Qada navneteweyî û partî û aliyên siyasî yên Başûr bêdeng in. Divê hêzên kurd xwedî helwest bin û xwedî li xak û gelê xwe derkevin. Li şûna ku PDK û YNK bikevin xizmeta planên dagirkeran û bêdeng bimînin, divê dengê xwe derxînin. Heke ev yek jê neyê wê demê bila pêşî li kesên dixwazin dengê derxînin negirin. Divê alîkariya wan bikin. Ev alîkarî dê bibe yekitî û hêz.”

Osman wiha bi dawî kir: “Bi lewazkirin, bêîradehiştin û şikandina kesayetan re kesayeta kurd tê qelskirin û dikin sîxûr û xiyanetê pê didin kirin. Hizbên din jî ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk bêdeng dimînin. Ji karên sîxûriyê re bingeh amade kirine. Ev desthilatxwazî û berjewendîperestî jî rê li pêşiya parçebûna gelê kurd vedike. Girînge ku bi taybet jî YNK û PDK di nava xebatên yekitiyê de cih bigirin û bibin parçeyeke girîng a xeta serkeftina têkoşîna demokratîk û neteweyî ya li dijî dagirkeriyê. Ev yek dê wan bibe serkeftinê.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar