Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi deh hezaran hunermendan got; ‘Ji Ocalan re azadî’

Navenda Nûçeyan |

Sendîkayên karkeran ên herî mezin ên li Ingilistanê bi salan e ji bo azadiya Ocalan kampanyayê dimeşînin. Kampanya bi rengekî fermî ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê meşandin ku bi milyonan endamên van sendîkayan hene.

Sendîkayên navborî nûnertiya gelek beşên cuda yên civakê dikin. Yek ji wan jî PROSPECT e. Derdora 183 hezar endamên wê yên zanyar, hunermend, endezyar û midûr hene. Thompsons Solicitors jî nûnertiya bi sedan parêzeran dike.

Kampanyaya Azadî Ji Ocalan Re, di sala 2016’an de li Kamara Avamê bi daxuyaniyekê ji aliyê mezintirîn sendîkayên Ingilistanê û Galê Unite The Union û Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve hate destpêkirin. Milyonek û nîv endamên Unite The Union û 800 hezar jî endamên GMB’ê hene.

Herî dawî jî sendîkaya MU tev li kampanyayê bû. Zêdetirî 30 hezar muzîsyen endamên vê sendîkaya navborî ne. Sendîka di sala 1893’yan de li bajarê Manchesterê hatibû avakirin.

Tevî sendîkaya MU’yê di nava meha gulanê de beşên Unite South East Regional Committee, Unite Civil Air Transport Section, Unite Branch 7687, Unite Fylde Coast û Unite Doncaster NE/Sec1 ên ser bi sendîkaya Unite jî tev li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bûn.

Kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ (Frfeedom for Ocalan) piştgiriya Yekitiya Muzîsyenan silav kir. Kampanyayê destnîşan kir ku muzîk li tevahiya cîhanê di nava dînamîzma tevgerên civakî de bi roleke bingehîn radibe. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd de ya li Efrîqaya Başûr de, muzîkê li qada navneteweyî roleke girîng lîstiye û wiha hate gotin: “Muzîkê dengê xwe da dengê yên bêdeng û kir ku neheqiya li reşikên li Efrîqaya Başûr tê kirin bê dîtin û bihîstin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk piştî ku hatiye damezirandin, ziman, kinc û navên kurdî qedexe kir û ji salên 1980’î û pê ve gelek kes ji ber ku bi kurdî stran gotin hatin girtin.

Bi domdarî jî hat gotin ku stranên azadiyê her tim ji bo çîna karker a rêxistinbûyî bûn awazê têkoşîna navneteweyî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar