Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Bi yekitiyê re kurd ê sînorekî ji dagirkeriya dewleta tirk re deynin’

Li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî înîsiyatîfeke ji bo yekitiya neteweyî ya di navbera partî û hêzên kurd de hatibû destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de di navbera hêzên kurd de hevdîtin hatin kirin û Ebdî got ku qonaxa yekemîn a hevdîtinan bi serkeftî bû. Têkildarî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd – Sûriye (PDK-S) Nîhad Ehmed û siyasetmedar Derwîş Kerio ji ANHA’yê re axivîn.

Nîhad Ehmed diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serdemekî hesas re derbas dibe û wiha got: “Di nava 9 salên aloziya Sûriyeyê de her tim di navbera partiyên kurd de nakokî hebûn. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hinek hewldan hene. Bi taybet jî ji bo herêmên kurdan. Ji ber vê jî heke yekitiya kurdan ava bibe dê ev yek bandorekî baş çêbike.”

‘Bi yekitiya kurdan dê şer bi dawî bibe’

Ehmed da zanîn ku yekitiya kurdan dê di zelalkirina çarenûsa kurdên li Sûriyeyê de roleke mezin bilîze û wiha pê de çû: “Heke nêrîna kurdan bibe yek, dê kurd bikarin di çareseriya aloziya siyasî de rolekî bilîzin. Ev jî dê dawî li şer bîne. Di heman demê de dê ji dagirkeriya dewleta tirk re jî sînorekî deyne.”

‘Bi yekitiyê dê hincetên dagirkeriyê bi dawî bibin’

Siyasetmedar Derwîş Kerio jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Diviyabû ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ev yekitî bihata avakirin. Dê vê jî hem li hundir û hem jî li derve nêrîneke hevpar ava bikira. Yek ji armancên yekitiyê ew e ku dawî li hincetên dagirkeriyê yên dewleta tirk bîne. Dê ji dewleta tirk re bibe peyameke zelal. Yekitiya aliyên siyasî dê yekitiya gel jî bi xwe re bîne. Her wiha dê çarenûsa kurdan diyar bike. Bi vê re dê dengê gelê kurd bigihije cîhanê.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar