Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Çand jiyane, bijî û bide jiyîn’

Navenda Nûçeyan |

Ciwanê kurd Bariş Çakan ê ji Agiriyê di roja 31’ê gulanê de li Enqereyê ji ber ku stranên kurdî guhdar kiriye ji hêla komeke nîjadperest ve hate kuştin. Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya tevgerê wiha ye:

“Em weke Tevgera Çand û Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van êrîşên ku li ser gelê me, ciwanên me, çanda me û nirxên me tên kirin bi tu awayî qebûl nakin. Ji şermezarkirinê wêdetir, em dibêjin ku hişmendiya nijadperestiya tirk em ê biruxînin.

Bi xwedî derketina li çand, ziman, dîrok, nirx û hebûna kurdbûna xwe ve, jiyanî kirina wan nirxên xwe ve, em ê wek gelê kurd, di nava gelên cîhanê de cîhê xwe bi xwe bigirin, rewabûna xwe deynin holê.

Ger ku li dijî çand û nirxên kurdan ewqas êrîşên dijwar hebin, ev tê wê wateyê ku em li ser rêya rast in. Ji bo yekitiya kurdan liv û tevgerek mezin heye. Di nava kurdan de hişyarbûnek mezin heye.

Destkeftiyên kurdan îro li ber rêveberiyeke xweser re li Rojava rê vekiriye. Zimanê kurdan, çand û hunera kurdan di qada navneteweyî de rengê xwe dide.

Ji ber vê jî ji her aliyê jiyanê ve em, bi zimanê dayika xwe biaxivin, stranên dayika xwe bistirên, cil û bergên çanda xwe rojevî bikin. Çand jiyan e. Ji gotinan zêdetir, em ê çanda xwe nas bikin, derbasî jiyana xwe ya rojane bikin.

Çalakiya herî esasî û encam girtî ev be. Dîsa li ser tora civakî giştî, ziman, stran, dîrok, dîmenên welat û danasîna wan a orjînal, xwerinên kurda hwd… Di wan aliyan de wek hamleyeke daîmî çalakiyeke çandî bi navê ‘çand jiyan e, bijî û bide jîn’ em bikarin bidin destpêkirin. Bi vî awayî bertek û bersiva herî xurt çalakiyên wisa yên sivîl ve em ê bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar