Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dagirkeran 100 hezar donim erdên çandiniyê şewitandin

Navenda Nûçeyan |

Çandinî ku çavkaniya bingehîn a aborî û debarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê jî ev çavkaniya debarê di hedefa êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de ye. Dewleta tirk li hêlekê avê li ser bajarên herêmê qut dike û li hêla din jî agir ber dide berhemên çandiniyê. Her wiha li qadên dagirkirî jî berhemên gel talan dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên dagirker heta niha 100 hezar donim zeviyên genim û 360 donim jî bexçeyên zeytûnan şewitandine. Şewat bi giranî li wan herêmên li ser sînorê herêmên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin derketine.

Bîlançoya şewata li herêmên Cizîr, Firat û Şehbayê wiha ye:

* Li gundên Til Temirê 13 hezar donimên zeviyan, li gundên Zirganê jî 17 hezar donimên zeviyan hatin şewitandin.

* Li herêma Firatê 35 darên zeytûnê û 21 hezar û 560 donim jî qada çandiniyê hatin şewitandin.

* Li Minbicê û gundên wê, ji ber şewata ku bi destê çeteyan hate derxistin, 540 donim zeviyên genim û ceh û 360 donim jî rezên fêkî û zeytûnan hatin şewitandin.

* Li Şehbayê 600 donim zeviyên genim û ceh û 3 hezar û 500 darên zeytûnê hatin şewitandin.

* Li navçeyên Til Berak û Til Hemîsê yên kantona Qamişloyê 4 hezar donim qada çandiniyê hate şewitandin.

* Li gundên Hesekê 27 hezar û 70 donim zeviyên çandiniyê ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

* Li Dêrazorê ziyan gihişt 14 hezar û 100 donim zeviyên çandiniyê.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo axivî û got ku heta niha 3 welatî dema ku hewl didan şewatan vemirînin jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2019’an de jî dewleta tirk û çeteyên wê di dema palehiyê de bi sedan donim qada çandiniyê ya herêmê şewitandibûn û derb li aboriya Rêveberiya Xweser xistibûn. Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, par 435 hezar û 500 donim qada çandiniyê hatibû şewitandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar