Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Pirsgirêka kurd tenê dikare bi diyalog û muzakereyê çareser bibe’

Navenda Nûçeyan |

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar pirsên rojnameger Mûrat Sabuncu bersivandin.

Sancar têkildarî kuştina George Floyd ê ji hêla polîsên amerikî ve hatiye kuştin axivî û wiha got: “Rewşa ku gel niha tê de ye demek piştre dê zelaltir bibe. Bi taybet jî rewşa ku çîna xizan tê de ye dê berbiçavtir bibe. Ev êrîşa nîjadperest a polîsan ne cara ewil e pêk tê. Sepaneke ku her tim di rojevê de ye. Polîsên spî pir bi hovane nêzî reşikan dibin. Di serdemên ku gel pir zêde tijebûyîn de bûyerên wiha dibe sedema teqîna gel. Bertekên li dijî kuştina Floyd ne tenê girêdayî êrîşa nîjadperestî, berteka gel a li dijî edaletê ye. Dema em li encamên vîrûsa koronayê dinêrin, dibînin ku li Amerîkayê herî zêde reşik bi vê şewbê ketine. Ev hêrs, hêrsa li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê ye.”

‘Banga me ji bo hemû beşên civakê ne’

Bi domdarî jî Sancar bal kişand ser belgeya helwestê û ev nirxandin kir: “Banga me ji bo hemû beşên civakê yên demokratîk in. Banga me ji ewil bo kesên xwedî wijdan e. Daxwaza me ew e ku hemû kes ji helwesta HDP’ê agahdar bin. Yên ku dixwazin me bidarizînin, bila bi helwesta xwe me bidarizînin. Bila gotin û kirinên me bidarizînin. Her wiha banga me ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, ji bo komele, sendîka û rêxistinên pîşeyî û ji bo partiyên siyasî ye. Daxwaza me ew e ku em li ser 9 xalan diyalogê pêş bixin û li ser van xalan li hev bikin.”

‘Pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê çareser dibe’

Herî dawî jî Sancar ev tişt anî ziman: “Ev xal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ev xal ji bo pêşxistina diyalog û muzakereyê ye. Em ji muxalefetê re bi aşkerayî dibêjin ku wer rin em li ser naverok, rêbaz û esasên çareseriya pirsgirêka kurd li hev bikin. Dema em li ser rêbazê li hev dikin jî daxwazên xwe diyar bikin. Em dibêjin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkaya tecrîd û ewlehiyê çareser nabe. Rêya rast, pêşxistina diyalog û muzakereyan e. Ev pirsgirêk divê li ser bingeha siyaseta demokratîk û rêbazên demokratîk çareser bibe. Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk mezintir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar