Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Darbeya siyasî: Parlamenteriya 3 parlamenteran hate betalkirin

Li Desteya Giştî ya Meclisê di der barê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê Enîs Berberoglu bi hinceta sûcên li ser wan hatiye piştrastkirin, daxwaza betalkirina parlamenteriya wan da. Li ser vê alozî li meclisê derket.

Serokwekîlê Koma Giştî ya CHP’ê Engîn Altay nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev li dijî Destûra Bingehîn e. Piştî nerazîbûnên HDP’ê û CHP’ê û şûnde dest bi nîqaşa usûlê hate kirin. Li gel gotûbêj dom dikir jî li ser daxwaza Sureyya Bîgîç ê AKP’î fezlekeyên der barê Guven, Farisogullari û Berberoglu hatin xwendin û wekîltiya wan hate betalkirin. Parlamenterên HDP’î û CHP’î destê xwe li maseyan dan û ev biryar protesto kirin.

‘Darbeyal li dijî parlamentoyê ye’

Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Atalay mafê axaftinê girt û diyar kir ku lezûbez xistina fezlekeyan a rojevê li dijî parlamentoyê darbeyeke. Atalay got: “Rakirina destlênedayîna, sepandina li parlamentoyê ferman e.” Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan jî axivî û nerazîbûn nîşanî parlamenterên HDP’ê û CHP’ê da.

‘Ev faşîzm e, olîgarşiya pirbûnê ye’

Piştre jî serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beşta axivî û ev tişt anî ziman: “Îro hûn ketine derdekî din ku bêhiqûqiyeke din rewa bikin. Darbeya 4’ê Mijdarê dewam dike. Ev desthilat darbekar e. Tu têkiliya vê desthilatê bi vîna gel û parlamentoyê re nemaye. Bi biryarên we şandin ji Daza Giştî ya KCK’ê Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari ceza girtin. Ew dadger ji ber FETO’yê di girtîgehê de ne. Cezayên muebbetê girtine. Parlamenterên ku van dadgehan ceza lê birî, dixwazin parlamenterên ku dengê sed hezaran kesî girtiye betal bikin. Qet nebêjin têkoşînê bi FETO’yê re dikin. Di dema 27’emîn de dibêjin; ‘Em ê bi domdar darbekar bin.’ Darbekarên herî mezin hûn bi xwe ne, gelê Tirkiye û em jî vê baş dizain. Çima hûn rê nadin Hakan Fîdan bê darizandin? Çima rê nehate dayîn ku diz, nelirê bên darizandin, dema bi kêrî karê we bê, daraz ferman bide. Hûn jî bînin meclisê. Pirs dikim, çima ev dosya îro hate meclisê? Kê ev ferman da? Ev faşîzm e, olîgarşiya pirbûnê ye.”

Guven: Berxwedan jiyan e

Dema ku biryara destlênedayinê hate xwendin, parlamenterên HDP’ê û CHP’ê destê xwe li maseyan dan û ev yek protesto kirin. Leyla Guven jî li avahiya KCD’ê ya Amedê bertek nîşanî biryarê da.  Piştî xwendina fezlekeyê ya ji aliyê Serokwekîlê Meclisê yê AKP’î Sureyya Sadî Bîlgîç ve, Guven bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ nerazîbûn nîşan da. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar