Meclisa dewleta tirk îro bi biryarekê parlamenteriya hevseroka KCD’ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Enîs Berberoglu betal kirin. Piştre jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Guven û Farisogullari de biryara girtinê da. Li ser vê yekê herdu parlamenter çend saet berê hatin binçavkirin. Di heman demê de Bergeroglu jî hate binçavkirin.
Piştî ku Guven û Farisogullari binçav kirin û li dadgehê biryar li ruyê wan hate xwendin, biryara girtina wan dan. AMED