Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

AKP li dijî xwezayê polîtîkayeke dijminane dimeşîne

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Meclisa Ekolojiyê ya HDK’ê wiha ye:

“Şewba vîrûsa koronayê careke din krîza şaristaniyê û ekolojiyê raxistiye pêş çavan. Sermayeya Tirkiyeyê ku pesnê xwe dide ku li cîhanê 18’emîn aboriya herî mezin e, di nava 180 welatên ‘îndeksa performansa hawirdorê’ de cihê xwe di rêza 108’emîn de digire, ku ev yek rastiya wê nîşan dide. Bi rengekî bênavber êrîşî dibe ser qadên jiyanê yên ekolojîk. Hikûmeta AKP’ê ji roja bû desthilatdar û vir ve polîtîkayeke dijminê hawirdorê dimeşîne û xweza, daristan, qadên çandiniyê, çem, gol, derya, qadên dîrokî û çandî yên divê bên parastin, parkên neteweyî pêşkêşî şîrketên enerjiyê, maden û înşaetê kiriye.

Bi tunekirina Heskîfa 12 hezar salî û Geliyê Dîcleyê yê bi milyonan salî, xweza û çand talan kiriye. Bendava Ilisu jî ku ev dîrok di nava avê de hiştiye, di atmosfera şewbê de vekir ku liv û tevgera di vê demê de bisînorkirî ye. Ji bo jiyaneke nû divê em dawî li hilweşîna ekolojîk bînin, hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û meclisên xwe zêde bikin.”

HDP

Daxuyaniya Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê jî wiha ye:

“Ji hêla hawirdorê ve rewşa Tirkiyeyê pir kambax e, li herêmên ku sirûşt bilez ber bi krîzê ve diçe û îxtîlafên ekolojîk hene, li ser jiyana gel talûkeya sosyal, çandî û aborî heye. Ji aliyekî ve komên sermiyanê xurt dibin û ji aliyê dî ve gel hejar dibe, ji ber ku bi pergalên ekolojîk re jiyana xwe kirine yek, ziyan digihe ser jiyana wan. Bi pandemiya vîrûsa koronayê re êrîşên li ser sirûştê, li ser jiyana sosyal, aborî û çandî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zêdetir bûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar