Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li dijî şaneyên DAIŞ’ê di roja duyemîn de ye. Pêngava ku duh ji sê eniyan ve ji bajaroka El Deşîşa ya li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê hatibû destpêkirin, dê ji bejahiya Hesekê heta bakurê rojhilatê Dêrazorê bidome.
Di roja yekemîn a operasyonê de 21 çete hatin girtin. Ev pêngav li ser banga rûspiyên herêmê dest pê kir. Çeteyên DAIŞ’ê dema qedexeya derketina derve wekî derfet ji xwe re dît û çalakiyên xwe zêde kirin.
Hat zanîn ku 6 hezar şervanên HSD’ê, YPJ’ê û hêzên taybet bi koordîneya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re beşdarî operasyonê bûne. Her wiha koalîsyon desteka asîmanî jî dide şervanan. HESEKÊ