Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi armanca şermezarkirina girtina parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û wiha got: “Ev darbe, di çarçoveya dijminatiya li dijî gelan de hatiye kirin. Heta niha me li dijî darbeyan serî netewand û dê ji vir û şûnde jî ne tewînin. Darbekar dê biçin lê belê em ê biminin.”
Piştî daxuyaniyê jî polîsan êrîşî girseyê kir. Polîs piştre jî ketin avahiya HDP’ê. Li ser êrîşa polîsan rageşî derket. Bi sedan polîs li ber deriyê avahiya HDP’ê kom bûn û rageşiya li ber deriyê avahiya HDP’ê didome. Hûrgiliyên nûçeyê tên… AMED