PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Parlamenter bi dirûşma ‘AKP darbekar e’ ber bi meclisê ve dimeşin

Koma parlamentoyê ya HDP’ê li ser girtina parlamenterên wan Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu, li Meclîsê daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê jî serokwekîlên komê û parlamenter ber bi Guvenparkê ya Kizilayê ve dest bi meşê kirin. Wekîlan dowîzên ‘darbe heye’ vekirin û bi dirûşma, ‘AKP darbekar e’ dest bi meşê kirin.

Polîsên AKP-MHP’ê êrîşî parlamenterên HDP’ê kirin. Di dema êrîşê de pollîsan çaketê parlamenterê HDP’ê Ridvan Turan çirandin.  Li ser vê yekê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşan da û got: “Ho, polîsê bejndirêj, tu provaktor î, tu polîsê darbeyê yî.” Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî bertek nîşan da û got: “Polîsan êrîşî parlamenter û hevalên me kir. Em li djî darbeyê derketin kuçeyan. Çete hewl didin ku êrîşê bînin.”

Wekîlên HDP’î li cihekî nêzî Guvenparkê li ser Bûlwara Ataturk daxuyanî dan. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Tevî pêvajoya darizandinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn temam nebûye, bi fermana ji Qesrê hate dayin, parlamenteriya 3 parlamenteran hate betalkirin. Gavek wisa hate avêtin ku destûra bingehîn hate binpêkirin. Serokkomar serdestî li ser qanûndanînê çêkiriye. Erka qanûndanînê xistiye bin serweriya xwe.

Mîna ku her roj û her kêliyê dike, destûra bingehîn binpê kiriye. Serokê giştî yê partiyekê ye û parlamenteriya hevrikên xwe yên siyasî betal kiriye. Bi zexta li ser dadgeriyê re bi biryarên xwe li dijî hevrikên xwe yên siyasî têdikoşe. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke wiha ye.

Darbe tenê ji aliyê payebilindên leşkerî ve nayê kirin. Ji bilî darbeyên leşkerî, siyasetmedarên sivîl ên bi kravat jî darbeyan dikin. Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariyeke darbekar e. Desthilatdarî bi bikaranîna gotina ‘darbeyê’ dixwaze darbeya xwe binixumîne.

Desthilatdariya heyî desthilatdariya şer e. Partî û dewlet kirine yek. Kêmî nîvê civakê temsîl dikin. Zêdeyî nîvê civakê muxalefet e. Dixwaze dawî li vê desthilatdariyê bê. Lê belê desthilatdarî tevî ku kêm e, ji bo desthilatdariya xwe biparêze her kesên ku li qada siyaseta demokratîk têdikoşin ya digire ya jî mîna ku îro hate dîtin bi binpêkirina destûra bingehîn nahêle ku li Guvenparkê jî daxuyanî bê dayin.

HDP dê bi hemû rêxistinên xwe bi serbilindî li ser piyan be. Em ê serî li ber zilma vê desthilatdariyê netewînin, em ê çokê netewînin. Hilbijêrên me, di serî de gelê kurd tu carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne. Em ê biryardariya xwe her tim nîşan bidin.”

Wekîlên HDP’î piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşma ‘AKP darbekar e’ ji nû ve ber bi meclisê ve meşiyan. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar