Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Der barê rojnameger Akdenîz de lêpirsîn hate destpêkirin

Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Akdenîz de lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku serdozgeriyê bi hinceta nûçeya ku der barê qeyûmê Amedê ya cihêkarî di navbera perestgehan de dikir hatiye çêkirin, lêpirsîn daye destpêkirin.

Dema yekineyên Serokatiya Daîreya Kontrola Parastina Derdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 14’ê adarê de perestgeh dezenfekte dikirin, tenê mizgeft dezenfekte kirin û dêr û cemxane dezenfekte nekirin. Rojnameger Akdenîz jî bi sernavê; ‘Cihêkarî vîrûsê jî guhdar nake: Mizgeft dezenfekte kirin lê cemxane û dêr dezenfekte nekirin’ nûçeyek amade kir. Sê meh piştî weşandina nûçeyê, serdozgeriyê bi boneya vê nûçeyê der barê Akdenîz de lêpirsîn da destpêkirin.

Midûriyeta Polîsan a Amedê bang li Akdenîz kir û xwest ku îfadeyê bide. Li ser vê yekê Akdenîz tevî parêzerê xwe çû emniyetê û îfade da. Piştî îfadeyê jî ji emniyetê derket. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar