Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Leyla Guven remza berxewdana jinan e’

Jinên siyasetmedar ên herêma Egeyê, betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û wekîla HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven şermezar kirin û gotin: “Leyla Guven ku hemû emrê xwe ji bo jinan û gelê Kurd feda kiriye vîn û remza berxwedanê ya jinan e.”

Jinên siyasetmedar ên herêma Egeyê, bertek nîşanî belatkirina parlamenteriya wekilên HDP-CHP’ê û girtina wan dan. Di 4’ê Hezîranê de Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê wekîltiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê Musa Farisiogullari û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu xistin. Piştî parlamenteriya wan betal kirin, di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê. Jinên siyasetmedar ên herêma Egeyê girtina Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven şermezar kirin.
‘Berxwedana jiyan e’ 
Endama Meclîsa HDP’ê Berna Çelik, anî ziman ku biryar helwest û feraseta bloka AKP-MHP’ê ya siyasetê nîşan dide û wiha got: “Leyla Guven li dijî tecrîdê 200 rojan li ber xwe da. Guven yek ji jinên pêşeng ê têkoşîna jinan û têkoşîna gelê Kurd e. Bi têkoşîna Guven deriyê Îmraliyê ji nuve vebûn. Bi xêra berxwedana Leyla Guven parêzer çûn Îmraliyê û ji nûve bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Çi dibe bila bibe Gelê Kurd û Jina Kurd dê têkoşîna Leyla Guven her roj mezintir bikin. Em jî wekî ku wê got ‘Berxwedan jiyan e’ dubare dibêjin Berxwedan Jiyan e û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Em serini natewînin’ 
Endama Meclîsa HDP’ê Ayfer Demîrel, jî anî ziman ku Leyla Guven hem sembola berxwedana jina Kurd û hem jî sembola berxwedana hemû jinan e û got: “Têkoşîna Guven ji bo hemû jinan bû mînak. Ji bo rêya aştiyê bê vekirin 200 rojan di greva birçîbûnê de li ber xwe da. Em niha bi hikûmeta ku destûra bingehîn îhlal dike re rû bi rû ne. Em li dijî vê tundiyê serî natewînin. Em jin dê bêtir dengê xwe bilind bikin. Leyla Guven vîn û rûmeta me ye.”
‘Leyla Guven  gel e’
Hevseroka HDP’ê ya Muglayê Fulaya Erdogan jî anî ziman ku betalkirina parlamenteriya Leyla Guven nîşan dide ku pergala îqtîdara AKP-MHP têk çûye û wiha got: “Îqtîdara AKP-MHP’ê dixwaze li ser dijminantiya Kurdan û jinan emrê xwe dirêj bike. Têkoşîna Leyla Guven ji bo hemû jinên cîhanê bû hevî û hêz. Leyla Guven gel e. Têkoşîna wê têkoşîna me ye.
Endama Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Didar Gul jî anî ziman ku ew dê daxwazên xwe yên azadî û edaletê berdewam bikin û got: “Divê hemû jin bibin yek û li vîna xwe xwedî derkevin. Me di 4’ê mijdarê de çawa têkoşîna xwe berdewam kir, ji niha û şûnde jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Leyla Guven  vîna me ye. Leyla Guven, Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş ne bi tenê ne. ” ÎZMÎR
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar