Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç têkildarî xebatên yekkirina refa kurdî ya li rojavayê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan nirxand.
Nilûfer Koç diyar kir ku dewleta tirk li bakurê Kurdistanê komkujiya siyasî û çandî dike û wiha domand: “Dixwaze hêzên rêxistinên berxwedanê yên weke şaredarî û partiyên siyasî tasfiye bike. Hêzên ji berxwedanê re pêşengtiyê dikin hedef digirin. Ev qirkirina siyasî ye. Her wiha li girtîgehan jî bi belavkirina vîrûsê re komkujiyê dikin. Ne tenê li dijî kurdên sax, li dijî hestiyên kurdan jî şer dikin. Hewla wan ew e ku bakurê Kurdistanê têk bibin. Li Başûr jî dixwazin planên xwe yên salên 90’î ser bixin. 25 baregehên leşkerî û li her bajar jî navendên îstixbaratê hene. Bi derxistina aloziyên weke li Zînî Wertê re jî dixwazin kurdan bi hev bidin şerkirin û bingeha dagirkeriyê ava bikin. Li Rojava jî siyaseta parçekirin û dagirkirinê daye destpêkirin. Ev plan bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bedewam kir.”
‘Dewleta tirk hebûna kurdan weke pirsgirêk dibîne’
Koç anî ziman ku kurd ji ber destkeftiyên xwe yên heyî weke muxatab tên girtin û wiha domand: “Dewleta tirk dibîne ku êdî di guhertina Rojhilata Navîn de kurd xwedî deng in. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê û avakirina modela demokratîk bala hemû cîhanê kişand. Îmajeke erênî heye. Dewleta tirk hebûna kurdan weke pirsgirêk dibîne. Ji ber ku kurd êdî xwedî hêz in. Modêla Rojava jî çavên wê zêde tirsîne. Herkesê ku pêywendiyên xwe bi aloziya Sûriyeyê re heyî, neçare ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê muxatab bibîne. Ji ber ku bêyî kurdan çareserî nepêkan e.”
‘Hêzên derve neçarî kurdan in’
Bi domdarî jî Koç bal kişand ser xebatên yekitiyê yên li Rojava û ev tişt anî ziman: “Muxatabbûna kurdan a bi hêzên navneteweyî yên navbeynkariyê dikin re, bingeha dîplomasiya fermî ava dike. Ev girîng e. Dive em vê xurtir bikin. Xuyaye ku ev dewlet nikarin mîna sedsala 20’emîn û siyaseta salên 90’î ya li dijî Başûr li Rojava jî bisepînin. Lê belê naxwazin em daxwazên xwe jî zêde bînin ziman. Bawerim di hevdîtinên yekitiyê de mijara Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî di rojevê de ye. Hêzên ku ji bo dagirkirina van herêman piştgirî dan, niha navbeynkariya yekitiyê dikin. Siyaseta sedsala 21’mîn carna pêvçûn û carna jî lihevhatin diyar dike. Ev hêz carna ji bo ku daxwazên xwe li kurdan bidin qebûlkirin, dewleta tirk wekî şûr bi kar tînin. Lê dîsa jî di encama serkeftina kurdan de ev hêz bûne navbeynkar. Ev dewlet mecbûrî kurdan in.”
Xebatên yekitiya neteweyî
Di berdewamê de Koç got ku piştî Başûr, niha jî Rojava dikeve qonaxa destxistina statûyê û wiha pêde çû: “Ev qonaxekî gelek krîtik û hestiyar e. Dive em bizanin ku di rewşeke wiha girîng de dewleta tirk a dagirker dê êrîşên xwe zêdetir bike. Hêza ku dewleta tirk bide sekinandin, xurtkirina dîplomasiya navdewleti ye. Lê beriya wê jî hêza herî esasî avakirina yekitiya di nava kurdan de ye. Hêzên ku beşdarî nîqaşên yekitiyê dibin pozîsyona xwe diguherînin ku ev di nav de hesabê herkesî heye. ENKS jî neçare pozîsyona xwe biguherîne û têkevin qonaxeke nû. Dibe ku di nav wan de nakokî jî çê bibin.”
‘Kurd ketine qonaxa serkeftina statûyê’
Nilûfer Koç wiha berdewam kir: “Dewletên wekî DYA, Rûsya û Fransayê ku bi kurdan re dibin muxatap êdî ev di belgeyên siyasî de derbasî raporên dewleta dibin. Kurd ketine qonaxa serkeftina statûyê. Neteweya ku sedsala 20’an de dihat înkarkirin, di sedsala 21’mîn de hatiye asta qebûlkirina siyasî, heremî û gerdûnî. Yekitiya neteweyî ya kurdan wê serkeftina hemû pêkhateyan be. Daxwazeke gelên cîhanê ji bo pergala neteweya demokratîk heye û pêşengtiya wê jî li Rojhilata Navîn kurd dikin. Bendewariyeke cîhanê ji kurdan heye. Dewleta tirk jî ji vê rewşê aciz e û bi komkujî û şerê navxweyî re dixwaze pêşî li vê bigire.”
‘Piştî hilbijartinê dê şerê li dijî Îranê dest pê bike’
Koç daxuyand ku nîqaşên yekitiyê li Rojava her sê parçeyên din jî eleqadar dike û wiha derbirî: “Serkeftina li Rojava dê barê parçeyên din jî hesantir bike. Dê ev serkeftin rê li ber zindîkirina siyaseta Bakur jî veke. Dê Başûr jî ji bin zexta dewleta tirk derxînê. Dê ji bo Îranê jî bibe peyamek. Piştî Sûriye ketî qonaxa siyasî, DYA ji bo êrîşî Îranê bike xwe li ser Iraqê amade dike. Lewre DYA rê dide dewleta tirk ku Başûr bombebaran bike. Şerê Îran û DYA’yê zêdetir dê li Iraqê rû bide. DYA dê di nîqaşên yekitiyê de rolekî çalaktir bilîze. Di mijdarê de li DYA’yê hilbijartinên serokatiyê hene. Rewşa wê ya siyasî nebaş e. Di siyaseta Iraq, Asya, Efrîqa, Lîbya, Efqanistan û Filistin-Îsraîlê de bi ser neketin. Tenê li Sûriyeyê dikare encam bigire. Piştî hilbijartinê, îxtîmaleke mezin şerê Îran dest pê bikin.”
‘Dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava’
Herî dawî jî Nilûfer Koç wiha got: “Erka KNK’ê serxistina xebatên yekitiyê ye. Ên ku di Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurd de cih digrin, piranî endamên KNK’ê ne û pratîka wan dikevin xizmeta yekitiyê. Hemû partî bi nêrîn û ezmûnên xwe yên dîrokî dikarin vê pêvajoyê xurtir bikin. Divê mijara Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derveyî nîqaşan neyê girtin. Hewl didin li Rojava bi bajarên hatine dagirkirin re statûyeke fîîlî bidin dewleta tirk. Çawa ku li Başûr dewleta tirk bi cih kirin, dibe ku li wir jî heman tiştî bikin. Dive di aliye dîplomasiyê de ev baş were dîtin û tawîz ji dewleta tirk a dagirker re neyê dayîn.”