Navenda Nûçeyan |
Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê (FHKC) Leyla Xalid der barê betalkirina parlamenteriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û girtina wan de peyama piştevaniyê şand.
Peyama Leyla Xalid wiha ye:
“Rêhevalên xoşewîst; em xemgîn bûn ku hûn rêhevalên me yên ku em ji we hez dikin û rêzê didin we hatin girtin. Ez li ser navê gelê xwe û rêhevalên xwe, piştevaniyên xwe ji were û ji girtiyên din ên di girtîgehên dewleta tirk de pêşkêş dikim. Em filistînî jî, ji ber dagirkeriya siyonîst heman êşan dijîn. Ji kerema xwe re silavên min li hemû rêhevalên di girtîgehan de bikin. Em ê bi hev re qezenc bikin! Rêhevala we Leyla Xalid.”