PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Lûtkeya zilmê

Em baş dizanin ku dewleta tirk ji binyata avabûna xwe ve sembola zilm û qetrehmiyê ye. Di cîhanê de çend mînakê dewletên zilmperest yek jî ew e.  Li gorî givaştî yan rihetbûna dewletê, ew dirûv digire, pençên xwe vedikişîne yan jî tûj dike û rûyê xwe yê resen bêminet dedixe pêş.

Tu dewletên li ser çand û dîrokeke kevnar peresan kiribin rê nadin rewşeke wisa ecêb. Peresan û rêbazên wan hene, ew tên têqîpkirin, çi, çawa bibe li gorî prensîpên dewletbûnê li riya xwe teqîp dikin. Ev nayê wê wateyê ku ew ne zilimkar in. Lê dewletên bêkok û bêçand tu rê û rêbazan nas nakin, her tiştî tenê li ser berjewendî û hebûna xwe pênase dikin.

Em li dîroka xwe binêrin: Me nijadkujiyên Geliyê Zîlan û Dêrsimê ji bîr nekirine. Di 4’ê Tîrmehê de nijadkujiya Geliyê Zîlan dest pê kir. Bi xapandina em ê seriyên Geliyê Zîlan bijmêrin çiqas gundên Gelî hebûn li çend navêndên qirkirinê hatine berhevkirin. Gava hatine navendên qirkirinê ji bo vegerê êdî dereng bû. Lûleyên çendîn mîtralyozan li ser zîlaniyan bûn. Ên di rê de revîbûn xilas kiribûn û yên di bin cenazeyan de mabûn ne têde, bi dehhezaran zîlanî agirê ji lûleyê mîtralyozan derketibû ve hatibûn qetilkirin. Di nava wan de bi hezaran kal-pîr, zarok, jinên ducanî, bûk û zava hebûn. Gava mirov ji şahid û belgeyan dixwîne, ji pirtûkan difûre hiş û mêjiyê mirov diteqîne.

Êş û kesera nijadkujiya li Dêrsimê giran e, nijadkujiya ermeniyan çi be, Dêrsim jî ew e. Di sala 1937’an de fermana tepeserkirina Dêrsimê hat dayîn, di sala 1938’an de jî fermana kokbirkirin û nijadkujiya Dêrsimê. Qetlîama Dêrsimê berfirehtir bû ji ya Zîlanê. Bi salan ajot. Heta sala 1942’yan, heta kesek di şikeftan de asêmayî bû qetlîamê bênavber dewam kir. Mirovên li şikeftan sitarbûyî hem bi gazan hem bi mîtralyozan hatin qetilkirin. Piştre derê şikeftan hat betonkirin. Keç û jinên ji qetlîamê filitîn bi çi re rû bi rû man weke trajediyeke sedsala bîstan bû lûtkeya zilma li ser kurdan. Bi nijadkujiya di sala 1915’an de û pey re ermeniyan kişandibû, kurd bi Zîlan û Dêrsimê dikişînin.

Dewleta tirk çeperên berxwedanê yên weke Zîlan û Dêrsimê ku ji bo xwe xetereyên mezin didîtin, bi destê zor û qirkirinê bê mirov, bê ber kirin û ji ber xwe rakirin êdî ji bo tirkkirina kurdên mayî rihet bû, tu kelem li ber li wê asê nema bûn. Ji wan salan şûnde nemazê ji salên ‘60’an şûnde dest bi asîmîlasyonê kir. Serî li zext û zora weke salên berê nedida lê kurd bi teşeyekî din dibişavtin û dikirin riya tunekirinê. Serdema ku şer û siyaseta kurdan a li dijî îmha û tunekirinê dest bi têkoşînê kir hê jî ji xwe bawer bû ku wê wan bi erdê ve yek bike. Heta radeyekê hevsengî pêk hat, sergirtî li ser maseyekî rûnişt. Riya hinek maf û azadiyan vekir. Şîdeteke mezin bi kar anî lê derbasî lûtkeya zilmê nebû. Kurd di her qadên têkoşînê de zêde bûn, pêş ketin. Doza kurdî her çû mezin û berfireh bû. Dewletê dît ku tevgera kurd ji Zîlan û Dêrsimê mezintir, berfirehtir, zanetir û rêkûpêktir bûye. Ji bo xwe xetereyeke mezin dît, dîsa bênderên berê dan ber bayê. Li ser stratejiyeke ji qerekterê xwe yê kal û bavan rawestiya. Ji sala 2015’an şûnde serê her cure zext, şîdet û zilmê serbest berda. Binhişê barbariyên Zîlan û Dêrsimê vejand.

Bajar û navçeyên Kurdistanê weke bi dewleteke din re ketibe şer bi balafiran, tank û topan rûxand. Weke Dêrsimê di jêrzemînan de bi saxî, bi sedan mirov şewitandin. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bi bêjinga qetlîam û talanê re derbas kirin. Zilm pê der pê zêde kirin. Îşkence, girtin, kuştin û qetlîam bûn rûdanên rojane. Qanûn û hiqûqa xwe nas nekirin.

Goristan rûxandin, miriyên di goristanan de talan kirin, birin. Li bajarê Stenbolê di bin riya peyayan di qutiyên plastîk de avêtin ser hev, bi dizî veşartin. Bi rêya posteyê hestiyê miriyên kurdan ji malbatên wan re şandin. Nehiştin malbat miriyên xwe bişon û fatiheyekî bixwînin. Bi sedan hovîtî hene ku em bidin. Lê çend hebên me dan wijdana mirovatiyê bi xwîn dikin. Ev çi rik û kerba mezin e? Gelo çi ji miriyên kurdan dixwazin? Ji ber çi ew qas ji mirovatiyê derketin?

Hestên dayika Agît Îpek çawa bûn dema nehiştin ser gora kurê wê? Malbatên ku naaşên zarokên xwe di bin peyarêyan de veşartî dîtin gelo hest û ruhen wan li rastî çi tofanê hat?

Bi navê Kedername min pirtûkeke ji arşîva şahidên nijadkujiya ermeniyên ji nav qetlîamê sax gihiştibûn Ermenistanê xwend. Girî, ax û wax, neletkirin, şermezarkirin di gotinên wan de tune bûn. We tirê mirî ne û axivîne, tenê keder hebû di nameyên wan de.

Min di çav û zimanê bedenê yê malbatên kurd ên rastî vê hovîtiya xedar hatibûn de, ev bêhêvîtî û kedera wan ermeniyan dît. Nikaribûn vê hovîtiyê bi hevokan bînin ziman, kêm diman û dixitimîn.

Ev e lûtkeya zilma dewleta barbar, karesata sed sala bîst û yekan.

Tenê çend pirs man me bersiva wan neda: Ji ber çi ye ev rik û barbarî? Ji miriyên me çi dixwazin?

Li Geliyê  Zîlan û Dêrsimê jeostratejî û rewşa dîrokî, civakî, siyasî ya kurd û tirkan dest dida ku dewleta tirk bi ser keve û kurdan têk bibe. Dewlet bi tev hovîtî û barbariya xwe rihet bû, dardiran di nav diranan de, simbêl badayî, ling li ser hev, tezbî di dest de li ser vê yekê difikirî: Me xetereya ermenî û kurdan ji navê rakir, em ê yek netewetiyê çawa xurt û qewî bikin.

Îro mebest dîsa ew be jî ne weke berê rihet in. Nikarin lingên xwe li ser hev re bavêjin, simbêlên xwe badin, tezbiya xwe li ba bikin. Îro jî dinya li pişta wan e, ji barbariyê re deng nake. Lê ne rihet in. Li gel ew qas zext û zordariyê westiyane, zimanê wan bihostek ji devê wan re derketiye. Têk çûne, naynin ser xwe. Di destên wan de tenê ev maye: şilf dijminatiya kurdan. Keribîne, keder û kesera ermenî û kurd ji ber neçariyê dikişînin niha bi awayekî din ew dikişinin: Me çi gû xwar, me di roja roj de çima hemû kurd kokbir nekirin, niha em pê nikarin, bûne bela serê me. Niha nikarin bifikirin, rewşeke transaktîf de ne. Mêjî belav bûye. Du mirov şer dikin kingê yek jê têk biçe, ji kerba çi têkeve destê wî davêje yê din, liv û tevgerên dînan derpêş dike. Xelîfe (!) û baxçevan niha bi vî rengî tên ser kurdan. Rewşa dewletê ev e. Nikare têkçûna xwe veşêre.

Di destên wan de tenê şîdet û zilma tazî maye. Ji bo tolhildanê xwe parçe dikin. Armanc ev e; me çiqas zirar da kurdan û nirxên wan ew qas heyfa me wê derê. Her kes dizane ku ev yek ne nor mal in, dev ji exlaq û wijdanê berdin, mantiqê ji rêzê jî qebûl nake. Ji bo heyfê weke dînan êrîş didin ser gorên cangoriyan, hê derfet destên wan de hene tola xwe distînin. Cangoriyan sedemê kerba xwe dibînin. Weke ku bibêjin, ‘we di saxiya xwe de nehişt em yeknetewetiyê li kurdan ferz bikin, em jî hestiyên we rihet nahêlin, tola xwe ji we distînin.’

Belê têk çûne, ji hestiyên kurdan tolê distînin, har bûne, hawarê ji zilma tazî diwazin, heyfa wan giran e. Sedemê ev qas harbûn û barbariyê ev e.

Kî ji bo heyfa dayê biçe dibe ku bavo jî bide ser. Dîrok ji bo kurdan gelek qetrehm e. Lê gelo ji bo serdestên tirk jî qetrehmiya xwe binivîse?

Lûtke ne rewşeke bêdawî ye. Lûtke her dem avisê qewmînên ser bi jêr e.

Ev jî dimîne ser dînamîkên kurdan, di serî de jî yekitiya neteweyî. Xewnên kurdan çima nebin rast?

Nûçeyên Têkildar