Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin. Ji bo girtina van komên çete û pêşîlêgirtina van êrîşan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 4’ê hezîranê ve li bejahiya Dêrazorê û Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonê dimeşînin.
Li gorî daneyan, di çarçoveya operasyonê de heta niha 87 çete û kesên gumana endamtiya DAIŞ’ê lê heye hatine binçavkirin. Di operasyonê de Hêzên Taybet ên HSD’ê di roja 5’an a pêngavê de avêtin ser hin deverên gundê Hircê yê navçeya Siwer a Dêrazorê.
Di serdegirtinan de 20 kesên ku pêwendiya xwe bi hucreyên DAIŞ’ê re hebûn hatin binçavkirin. Bi binçavkirinên dawî re heta niha kesên hatine binçavkirin hejmara wan derket 87 kesan. HESEKÊ