Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta tirk ên li dijî siyasetmedarên kurd û hêzên muxalîf berdewam in. Di vê çarçoveyê de îro polîsên dewleta tirk li Amed û Çewlikê bi ser gelek malan de girt.
Di çarçoveya serdegirtina malan a li Amed û navçeya wê Çinarê û bajarê Çewlikê de endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Eşref Mamedoglu, endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen, rêveberê berê yê HDP’ê Hasan Kale û serokê Şaxa 1’ê yê Amedê yê DÎSK-Genle Îşê hasan Hayrî Eroglu hatin binçavkirin.
Her wiha endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier jî dema ji bo îfadeyê çûy Qereqola Cendirmeyan a Abaliyê, li wir hate binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin kirin. Li ser dosyaya binçavkiriyan biryara nepeniyê û qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan a bi parêzeran re hate dayîn. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de gelek pirtûk, kovar, lênûsk, qertên SIM’ê û komputer hatine desteserkirin.
Di heman demê de Sûzan Îşbîlen nexweşa KOAH’ê ye ji ber xetereya vîrûsa koronayê jî di hucreya yekkesî de tê girtin. AMED