Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî.
Mûrat Karayilan diyar kir ku desthilatdariya li Tirkiyeyê hikûmeteke asayî nîne û wiha got: “Bi darbeyê, faşîzmê û neteweperestiyê hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne û bi vî rengî dixwaze temenê xwe dirêj bike. Li gorî xwe sîstemek, rejîmek, dewleteke polîsan ava kiriye. Bêguman vê yekê jî bi tifaqa bi hêzên li nava dewletê dike. Rejîmeke ku bi kombûna li hev a AKP-MHP-Partiya Vatan-Ergenekon, neteweperest, faşîst û nîjadperestan ava bûye. Armanca bingehîn a vê rejîmê ew e ku çokê li her kesî bide tewandin. Ji xwe li ser bingeha lihevkirina wan ‘planeke wan a serîtewandinê’ heye. Ev plan li Tirkiyeyê hinekî bi ser xistin, lê belê li Kurdistanê nekarîn çokê li PKK’ê bidin tewandin. Nekarîn bi Rêber Apo re gavê paşde bidin avêtin. Tevî ku 5 sal in heta ji wan tê êrîşê dibin ser gerîla jî nekarîn encama ku dixwazin bi dest bixin. Her wiha li dijî gel, siyaseta demokratîk bi rengekî faşîst tevdigerin û li zindanan îşkenceyê dikin. Tevî vê yekê jî nekarîn encamê werbigirin. Li gel ewqas zexta giran, îşkence û qirkirinê nekarî gavê bi kesî bi paş de bidin avêtin.”
Tecrîda li Îmraliyê
Di berdewamê de jî Karayilan destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya tundî, zext û şer hewl dide temenê xwe dirêj bike û wiha domand: “Di navenda vê siyasetê de tecrîda li Îmraliyê heye. Ev rejîma qirker li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ava bûye. Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser demokrasiya Tirkiyeyê ye, li ser gelê kurd û gelên herêmê ye. Tecrîd li Kurdistanê û herêmê dibe şer, li Tirkiyeyê jî dibe faşîzm. Wateyeke bi vî rengî ya tecrîda li Îmraliyê heye. Rejîma AKP-MHP’ê li ser siyaseteke wiha qirker a li Îmraliyê hebûna xwe didomîne. Ev aşkera ye û li pêş çavan e. Ev bêexlaqî û bêhiqûqiya li Îmraliyê niha li hemû zindanan tê meşandin. Yanî ev şerê taybet ku cihê xwe di nava tu exlaq, çand û hiqûqê de nîne, li tevahiya zindanên li Tirkiye û Kurdistanê belav kirin. Ya rast tecrîd îro li tevahiya Tirkiyeyê heye.”
‘Heta tecrîd bi dawî nebe, li Tirkiyeyê tu tiştek bi cih nayê’
Karayilan daxuyand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser hiqûq, demokrasiya li Tirkiyeyê, paşeroja Kurdistanê û paşeroja gelên herêmê ye û wiha pê de çû: “Heke ku li dijî bêhiqûqî û bêexlaqiya sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê têkoşîn neyê kirin, hingî têkoşîna demokrasiyê jî bi pêş nakeve. Têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê êdî di nava hev de ne. Ji ber vê yekê ne tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê divê her kesên alîgirê demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin, li dijî vê têbikoşin. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin, li Tirkiyeyê tiştek bi cih nayê, hiqûq, edalet, azadî, demokrasî pêk nayê. Ev bi tecrîdê re di nava hev de ne. Lewma gelê me, gelên Tirkiyeyê divê hîn bêhtir li dijî tecrîdê têbikoşin.”
Girtiya parlamenterên HDP’ê
Têkildarî girtina parlamenterên HDP’ê jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Rejîma AKP-MHP’ê rejîmeke darbekar e. Bi darbeyê li ser pêyan e. Bêguman xistina parlamenteriyê ya wekîlan darbeyek û êrîşeke li ser îradeya gel e. Li ser dijminatî û dijberiya li kurdan dixwaze pêleke neteweperest-şoven li Tirkiyeyê biafirîne û bi piştgiriya vê pêlê jî desthilatdariya xwe mayinde bike. Gelê kurd û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê bi vê rastiyê zanibin; ev rejîm dijminatiyê li kurdan dike, dijminatiyê li demokrasiyê dike. Ev rejîm bi nîjadperestiyê dixwaze ji vê sûdê werbigire. Ji xwe dijminatiya xwe ya li kurdan venaşêre. AKP bi vî rengî ji MHP a nîjadperest jî bihuriye.”
‘Bi zanebûn Guven û Farisogullari hedef girtin’
Karayilan diyar kir ku yên dikin hedefa xwe yek bi yek li ser wan radiweste û wiha pê de çû: “Ev wekîl mirovên ji rêzê nînin. Weke ku tê zanîn Leyla Guven pêşengî ji berxwedaneke dîrokî re kir. Her wiha hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e. Ango îradeya gelê kurd temsîl dike. Aşkera ye ku bi zanebûn Leyla Guven kirine hedef. Ji ber ku li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê ya dîrokî ya bi pêşengiya Leyla Guven neçar man gavê biavêjin, niha dixwzin hesabê vê bipirsin, dixwazin tolê hilînin. Divê ev yek wiha bê nirxandin. Mûsa Farisogûllari jî ji welatparêziyeke kûr a Amedê tê. Di tevahiya jiyana xwe de li pêşberî faşîzmê tu tawîz ji têkoşînê neda û xwedî li kevneşopiya berxwedanê derket. Ji ber vê sekna xwe bi zanebûn ew kirine hedef. Anku di şexsê Mûsa Farisogûllari de êrîşî sekna têkoşînê ya bi îdia û nasnameya welatparêziyê kirin.”
‘Rejîma heyî dixwaze bi tunekirina kurdan hebûna xwe bidomîne’
Karayilan wiha berdewam kir: “Rejîma heyî rejîmeke wisa ye ku di ser tunekirina gelê kurd re dixwaze hebûna xwe bidomîne, rejîmeke qirker-nîjadperest e. Ji tecrîda li Îmraliyê heta girtina wekîlan, ji desteserkirina şaredariyan heta qirkirina siyasî ya li dijî jinan, ji îşkencekirina ciwanên kurd heta xerakirina goristanan û heta êrîşên li dijî nirxên gelê kurd, ev rastî bi rengekî aşkera xuya dike. Êrîşên bi rêk û pêk in û dewama hev in. Bariş Çakan ciwanekî kurd ê 20 salî ye. Çi kir ku bi kêrê ew parçe kirin? Ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî kir, kêr li dilê wî xistin û ew qetil kirin. Nabe ku ev êrîş munferît bê dîtin. Kadir Sakçi, Şîrîn Tosun, Sedat Akbaş û her wiha li Stenbolê Selîm Serhat, Emrah Gezer ciwanên kurd bûn û ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin. Li ser çand û hebûna kurdan êrîşeke bi vî rengî heye. Ev yek encama nîjadperestiya li Tirkiyeyê ye. Me berê jî qal kiribû; li herêma Bestayê du welatparêzên evîndarê xaka xwe yên hêja Hurmuz û Şîmonî yên keldan-suryan ên ji gundê Mehre bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê nîjadperestiyeke metirsîdar heye. Faşîzma nîjadperest li Tirkiyeyê kûr e. Li dijî kurdan, keldanan, suryanan, ermenan, çerkez û rûman neteweperestî û nîjadperestiyeke kûr heye.”
‘Qetilkirina Bariş Çakan bûyereke ji rêzê nîne’
Di berdewamê de Karayilan da zanî ku qetilkirina Bariş Çakan a ji ber guhdarîkirina muzîka bi kurdî bûyereke ji rêzê nîne û wiha nirxand: “Qetilkirina Bariş tê wateya qetilkirina parşeroja gelê me. Lewma divê ciwanên kurd vê êrîşê weke êrîşeke li dijî xwe bibînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin. Divê ciwanên Kurdistanê rûmet û şerefa xwe biparêzin, zilma ku hatiye kirin qebûl nekin, bêdeng nemînin. Çawa ku li Amerîkayê raperîn çêbû, gel rabû serhildanê, li dijî tişta li Bariş hate kirin jî divê li Kurdistanê bi heman rengî bersiv bê dayin, hesab bê pirsîn.
Heke li Kurdistanê bersiv nayê dayin di vir de divê mirov kêmasiyên xwe bibînin. Lewma nerazîbûna tê nîşandan gelekî kêm e. Belê, siyasetmedarê kurd li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî darbeya li wekîlan hate kirin û têkildarî Bariş Çakan daxuyaniyê dikarin bidin û şermezar bikin. Ev pêwîst e, lê belê ev bi tena serê xwe têrê nake. Anku divê îradeya gel biherike kolanan. Bala xwe bidinê, li Amerîkayê bi hezaran kesî guh nedan vîrûsa koronayê û herikîn kolanan. Ji ber ku bêdengiya li pêşberî êrîşa nîjadperestî nedibû. Eger rûmeta mirovan nebe, yanî ku mirov li ber êrîşên wiha ranebin hingî wateya jiyana mirovan çi ye? Rejîma AKP-MHP jî ji bo tepisandina gel vê vîrûsa koronayê gelekî bi kar tîne. Ji niha û pê ve divê mirov guh nedin vê, ji ber ku kêr êdî gihîştiye hestî.”
Bang li ciwanên kurd û gelên Tirkiyeyê kir
Mûrat Karayilan daxuyand ku divê ev neyê qebûlkirin, serî bê hildan, têkoşîn bê xurtkirin û wiha axivî: “Navê xwe Bariş e lê belê ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikir bi kêrê hate qetilkirin. Di vir de vê bangê li ciwanên kurd dikim; a ku li Bariş hatiye kirin divê baş bê fêhmkirin û li dijî vê kes bêdeng nemîne. Heke nikarin dakevin kolanan, heke dibêjin têkoşîn li wir zehmlet e, hingî bila bên çiyê, tev li gerîla bibin. Divê ciwanên Kurdistanê bêdeng nemînin, biherikin kolanan û çiyê. Bi vî rengî dikarin helwestê li dijî êrîşên nîjadperest û qirker bê nîşandan. Ji bo parastina rûmetê û paşerojê ev yek şert e. Banga min ne tenê li ciwanên kurd e, li ciwanên gelên li Tirkiyeyê hemûyan e ku bi vî rengî nêz bibin. Yên ku li Tirkiyeyê dibêje, ‘ez mirov im, alîgirê demokrasiyê me’ divê li pêşberî van kiryaran bêdeng nemînin.”
Kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê
Karayilan piştre jî bal kişand ser revandina jinên kurd li Efrînê û kiryarên hovane yên dewleta tirk a dagirker û wiha dom kir: “Ya ku dewleta tirk a dagirker li Efrînê dike rûreşiya mirovahiyê ye. Di sedsala 21’emîn de li pêş çavên cîhanê li Efrînê, her wiha li Serêkaniyê paqijiya etnîkî dike, mirovan direvîne, jinan direvîne, dest datîne ser mal û milkên gel. Ev hemû binpêkirina mafên mirovan e. Rejîma Erdogan xwe dispêre kê û van dike? Di vir de hêz hene ku ji vê berpirsyar in. Mesela Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, ji bo Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişînin hewl didin. Erdogan jî ji vê yekê sûdê werdigire û li Efrînê hovîtiyê dike. Berpirsyarê van hemûyan Amerîka û Rûsya ne, her wiha Neteweyên Yekbûyî ye ku li pêşberî van kiryaran bêdeng e. Neteweyên Yekbûyî têkildarî Efrînê hin daxuyanî da lê belê bi giştî hovîtiya tê kirin rewa dibîne.
Li ser gelê kurd lihevkirineke navneteweyî heye
Di şexsê Efrînê de li ser gelê kurd lihevkirineke navneteweyî heye. Li pêşberî vê hovîtiyê bêdengî heye. Divê em xwe bispêrin hêza xwe û bi vî rengî têbikoşin. Bêguman dema em vê dibêjin, em têkoşîna siyasî û dîplomatîk nadin aliyekî, lê belê gel divê li ber xwe bide û li dijî siyaseta durû ya hêzên navneteweyî xwedî helwest be. Bila kes hêviya xwe ji van hêzên derve neke. Piştî dagirkirina Serêkaniyê, Amerîka û dewleta tirk li hev kiribûn ku wê her kes vegeriya mala xwe. Ka ev yek pêk hat? Gelê Serêkaniyê karîbû vegere mala xwe? Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj hewl didin gelan bi vê siyaseta durû bixapînin. Li dijî vê yekê divê têkoşîna neteweya demokratîk bê meşandin.
MÎT û Erdogan van kiryaran dikin
Ji bo kiryarên li Efrînê û Serêkaniyê hinek dibêjin, ‘çeteyan filan tişt kir’. Çete nîne; ew hemû dewleta tirk bi xwe dike. MÎT rojane raporê ji van çeteyan werdigire û wan yekser bi rê ve dibe. Lewma berpirsyarê yekser ê vê hovîtiyê dewleta tirk a faşîst qirker e. Ne çete ne, ma çi qîmetê çeteyan heye? Ev hemû ji aliyê dewleta tirk, ji aliyê Erdogan bi xwe ve tên kirin. Divê bi vî rengî bê nirxandin.
Çawa ku DAIŞ’ê li Şengalê jinên kurd ên êzdî revand û kirin kole, niha jî li Efrînê dewleta tirk ji bo jinên kurd bi heman rengî bike kole, bifiroşe û bi her rengî bêrûmetiyê li wan bike direvîne. Her mirovekî kurd kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê ji bo deqeyekê jî ji bîr bike ew ketiye nava xiyanetê. Divê gelê kurd vê zilma li Efrînê tu carî ji bîr neke. Li dijî vê têkoşîn divê. Ya pêwîst ev e. Di vê xusûsê de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi rengekî mezin li ber xwe dide, çalakiyên gelekî xurt dike. Wan hemûyan silav dikim, pîroz dikim û ji fermandar û şervanên wan re serkeftinê dixwazim.
Ciwanên Kurdistane, ciwanên Efrînê, her kesên xwedî rûmet divê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Ya ku ciwanên Efrînê divê bike ne reva ber bi Ewropa, Başûr û Tirkiyeyê ye ya pêwîst ew e ku tev li HRE’yê bibin, li rûmeta xwe, xak û welatê xwe xwedî derkevin.”
Çalakiyên gerîla
Der barê çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta tirk jî Karayilan ev agahî dan: “Li dijî dewlet tirk a faşîst, dagirker, qirker di astekê de bexwedan heye, şer tê meşandin. Li gel kêmasiyên xwe jî heta astekê çalakî tên kirin. Yanî govenda şoreşê dewam dike, dijmin dixwest govenda şoreşê ji hev belav bike, lê belê ev govend hîn jî bi xurtî digere. Gerîla li serê vê govendê ye. Heke gerîla têk biçe dê her kes têk biçe. Ango heke em dibêjin, ‘Dijmin bi ser neketiye, têk çûye’ bêguman di vir de rola berxwedana li çiyê û bajaran mezin e.”
Xebatên sîxûrkirinê yên dewleta tirk
Piştre jî Karayilan bal kişand ser polîtîkaya sîxurkirinê ya dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Dijmin niha dixwaze çi bike? Dijmin dixwaze li Kurdistanê ciwanan dejenere bike, ji rê derxîne, berê wan bide kiryarên li dijî exlaqê civakê; têk bibe û bike sîxur. Berê dixwest bike cerdevan. Niha jî qîma xwe bi vê nîne û dixwaze bike sîxur. Cerdevan be yan jî nebe, divê her kes li dijî sîxurkirinê helwestê nîşan bidin. Vê yekê bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê girîng dibînim. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî karê dijmin ê sîxurkirinê zêde bûye. Li dijî karê qirêj ê dijmin ê sîxurkirinê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.
Bêyî agahiyên xwecihî tenê bi îstixbarata ÎHA’yan nikarin testpît bikin
Divê em zanibin, heke îstîxbarat nebe hingî hêza îstîxbarata hewayî û teknîkê ya dijmin bêencam e. Bêyî agahiya xwecihî tenê bi îstîxbarata ÎHA’yan nikare tespît bike. Îstîxbarata esasî ji sîxurên xwecihî yan jî çavdêran werdigire. Ji ber vê yekê jî divê mirovên me li dijî karên sîxurkirinê yên dijmin têbikoşin. Heke ewladên fedayî yên vî gelî derbê bixwin û tasfiye bibin, hingî tiştek ji vî gelî namîne. Paşeroja vî gelî jî namîne. Ji ber vê yekê divê her kes beriya her tiştî bifikire ku çawa dikare fedayiyên azadiyê, vê civata mirovên hêja biparêze.
Em bi gelê xwe piştrast in, welatparêziya li Kurdistanê cewhera têkoşîna me ye. Em bi gelê xwe piştrast in û bi vî rengî xwe feda dikin. Di vir de dixwazim vê bêjim; gelê me û welatparêzên me divê li dijî yên lawaz têbikoşin û xwe ji karên sîxuriyê yên dijmin biparêzin. Eger bi vî rengî nêzîk bibin hingî di vê dema dîrokî de encameke baştir dikare bê bidestxistin, planên dijmin hemû dikarin bên pûçkirin û serkeftin dikare bê mîsogerkirin.” BEHDÎNAN