Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tirsonek her tim tirsê belav dikin

Mirovên tirsonek, derûniyeke pir ecêb dijîn. Tirs, hestekî mirovî ye. Lê heke tirs, ji wêrektî, ji exlaq û ji wijdanê dûr bikeve, wê demê ji mirovahiyê derdikeve. Girî, qêrîn, axîn, nalîn karê tirsoneka ne. Ji her tiştî di tirse. Heta ji xwe û ji siya xwe jî ditirse. Çima ditirse? Ji  windakirinê ditirse. Xwedî çi be, ji windakirina wê ditirse. Xwedî tenê canê xwe be jî, ji mirinê ditirse. Her roj tirsa mirinê wî dikuje. Xwedî mal û pere be, ji windakirina wan ditirse. Xwedî meqam û mewkî be, xwedî desthilatî be, ji windakirina wan ditirse. Jiyan jêre nîne. Jiyana li ser tirsê, ji xwe mirin e. Her tim tirsê belav dike. Vêca dema ew kes bibe dewlet û desthilat, wê demê tirsa windakirinê zêdetir dibe. Çiqas pir dibe windahiyên wî ji zêdetir dibe. Windahî çiqas zêde bibe, tirs jî ewqas mezintir dibe. Ji ber vê yekê, rêveberiya tirsê derdikeve holê. Împaratoriyên tirsê ji aliyê mirovên tirsonek ve hatine avakirin. Xezaba wan ji tirsa dilê wan e. Ji ber vê yekê jî tirsê li ser hemû civakê belav dikin.

Desthilat û rêveberiya dewleta tirk di serî de Tayîp Erdogan, mirovên pir tirsonek in. Ji ber vê yekê komara tirsê ava dikin û tirsê belav dikin. Ewqas êrîş, girtin, kuştin û şewitandina wan ji tirsonekiya wan e. Ji tirsa dilê xwe, deşt û çiyayan bombebaran dikin, bajaran xira dikin, jin û zarokan qetil dikin, talan dikin û wêran dikin. Ewqas tirsonekin ku êrîşî miriyan jî dikin. Ji hestiyên miriyan ditirsin. Lê feydeyekî tirsê ji ecel re nîne. Dê tirsonek winda bikin. Ew windakirin, wan dîn û har dike. Tirsa windakirinê, wan her roj sed caran dikuje.

Berxwedan tirsa wan zêde dike. Ji ber ku berxwedan hêz û wêrektiyê; hêz û wêrektî jî berxwedane û tirsonekan dikuje. Berxedana li hemberî ewqas êrîşên li derveyî mirovahiyê, wan dîn û har dike. Wêrektiya berxwedêran tirsonekan dîn û har dike.

Lê êdî berxwedan jî têrê nake. Li hemberî êrîşên faşîst û hovane berxwedan jiyane û sekneke pîroz e. Lê bi serê xwe ne bes e. Serhildan û serkeftin pêwistîn. Heke berxwedan jiyan be, serhildan û serkeftin jî avakirina jiyanê ye. Êdî ne dema tespît û analîzên faşîzma AKP û MHP’ê ye. Êdî dema pênasekirina faşîzmê xelas bû. Dem dema têk çûyîn û têk birina wan e. Ji ber vê yekê jî ne tespît, analîz û pênasekirinên wan; ya pêwîst kombûn, tevger, berxwedan, serhildan û serkeftin e.

Nûçeyên Têkildar