Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de bi ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DER’ê û rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de derî bi zorê vekirin û 6 endam û rêveberên komeleyê binçav kirin.
Polîsan di serdegirtina malan de hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DER’ê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DER’ê Menaf Kur, endamê Meclisa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahît Dogru, rêvebera DUAY-DER’ê Şafî Hayme û rêvebera TUHAD-DER’ê ya berê Leyla Ayaz binçav kirin.
Malbatan da zanîn ku polîsan alav û amûrên wan belav kirine û tundî li ser endamên malê kirin. Hate diyarkirin ku polîsan bi ser gelek malên din de jî girtine. AMED