Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Muslim: Gel dixwaze ku qonaxa duyemîn a hevdîtinên kurdan dest pê bikin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di destpêka meha hezîranê de li herêma Cizîrê bi şêniyên herêmê re rêzecivîn li dar xistin. Di civînan de hemû pêkhateyên civakê amade bûn. Têkildarî civînan û geşedanên giştî yên li herêmê, hevserokê PYD’ê Enwer Muslim ji ANHA’yê bi Botan Hisên re axivî.

Enwer Muslim anî ziman ku armanca wan a civînan ew e ku sûcên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên weke guherandina demografyaya herêmê, kuştin, revandin, talan û wêrankirinê yên ku li Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî dikin ji gel re ragihînin. Muslim diyar kir ku wan mijara xwebirêxistinkirinê û lidarxistina çalakiyên aştiyane jî bi gel re nîqaş kirine û wiha domand: “Her wiha rewşa aborî ya herêmê û ferzkirina qanûna Qeyser û rêbazên sivikkirina encamên wê bi gel re hatin nîqaşkirin.”

‘Gel dixwaze ku qonaxa duyemîn dest pê bike’

Bi domdarî jî Muslim anî ziman ku wan di civînan de rewşa siyasî ya herêmê û danûstandinên di navbera kurdan de jî nirxandine û wiha pê de çû: “Me encamên qonaxa yekemîn bi gel re nîqaş kir. Daxwaza hevpar a hemû çînên civakê ew bû ku qonaxa duyemîn a van danûstandinan dest pê bike. Her wiha dixwestin ku encamên wê bi gel re bên parvekirin. Sedema rawestandina van danûstandinan dipirsin. Pêvajo hesas e û hinek hêz dixwazin ajandeyên xwe li ser gelê herêmê ferz bikin.”

Hemû beşên civakê tev li civînan dibin

Enwer Muslim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berê jî me civînên bi vî awayî li dar dixistin lê belê cara yekemîne ku hemû çînên civakê û jin, mêr, kal û pîr tev li dibin. Di wan civînan de gel nêrîn, pêşniyar û pirgirêkên xwe vedibêjin. PYD stratejiya hevbeşiyê dimeşîne. Ango gel tev li biryarên di Rêveberiya Xweser û Sûriyaya pêşerojê de têne girtin, dibin. Di wan civînan de girîngtirîn pirsgirêkên civakê tên nîqaşkirin.”

Civînên PYD’ê yên li herêma Cizîrê berdewam in. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar