Li ser rêya Minbic û Ebû Qelqelê de li hemberî berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi mayînekê sûîqest hate kirin.
Têkildarî mijarê Şervan Derwîş bi rêya telefonê agahî dan ANHA’yê. Derwîş da zanîn ku bi mayinekê hedef hatiye girtin lê belê rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî li hemberî Derwîş gelek hewldanên sûîqestê çêbûbûn. MINBIC