Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ehmed: Dewleta tirk hewl dide hin herêmên din jî dagir bike

Li Minbicê duh bi tevlêbûna gelek welatî û endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê du civîn hatin lidarxistin. Di civînan de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed da zanîn ku Sûriye di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye û wiha dom kir: “Aloziya heyî bandor li gel kir. Aloziya heyî didome û çareseriyek xuya nake. Hêzên derve nehiştin ku aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Nehiştin ku çareseriyekî hemû alî erê dikin, hemû pêkhate tev li dibin û xaka Sûriyeyê bê parastin çêbibe. Her wiha dewleta tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin û dixwaze hin herêmên nû jî dagir bike.”

‘Divê rola jinan bê xurtkirin’

Di civîna taybet a jinan de jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Xurtkirina rola jinan a di mijara aboriyê de girîng e. Divê jin di projeyên aborî û pêkanîna wan de xwedî biryar bin.”

Civîn bi nîqaşên têkildarî rewşa siyasî ya heyî û çawaniya sekinandina tundiya li dijî jinan bi dawî bû. MINBIC

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar