Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Heftanîn, Dêrsim û Sêrtê zêdetirî 12 leşker hatin kuştin

Çalakiyên hêzên gerîla yên li dijî artêşa tirk berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên wan li dijî artêşa tirk çalakî li dar xistin û ev agahî dan: “Hêzên me yên YJA Starê di 9’ê hezîranê saet di 12:00’an de li dijî leşkerên li ser Girê Partîzanê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”

Çalakiya gerîlayên YJA Starê

Di berdewamê de jî HPG’ê ev agahî dan: “Hêzên me yên YJA Starê di 10’ê hezîranê saet di 13:40’an de jî li dijî leşkerên li ser Girê Konferansê yê Mezin çalakiya sûîqestê kirin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me di heman rojê saet di 17:30’an de li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Konferansê yê Mezin cara duyemîn çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”

Operasyona li Colemêrgê didome

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk di 10’ê hezîranê saet di 04:00’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li derdora Girên Canmeda û Şelale yên li herêma Xeregolê dest bi operasyonê kir. HPG’ê wiha domand: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li herêmê dewam dike, heman rojê saet di 11:00’an de li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Operasyona li herêmê didome.”

Çalakiya li Sêrtê û derewa dewleta tirk

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Artêşa TC a dagirker di 29’ê gulanê de li qada Deriyê Egîda ya Herêma Herekol a Sêrtê dest bi operasyonekê kir. Artêşa TC a dagirker bi helîkopteran û topên obus û hawanan bombe li qada operasyonê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî. Piştî ku leşker hate danîn di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerê ku 2 rojan dom kir de zêdetirî 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de 3 hevalên me yên heta fîşeka xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên di operasyonê de hatine kuştin bi rêya medyaya xwe weke bûyereke qezayê nîşan da. Bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand û hewl da ku windahiyên xwe veşêre. Leşkerên ku mirin di encama derbên giran ên hêzên me de hatin kuştin.”

Çalakiya li Dêrsimê

Têkildarî çalakiyên li Dêrsimê jî HPG’ê wiha got: “Hêzên me di 10’ê hezîranê saet di 13:00’an de li qada Sari Tosun a navçeya Pulur a Dêrsimê li kuleyeke çavdêriyê ya artêşa TC a dagirker xistin. Di çalakiyê de hêzên me depoyek, 6 kamera û paneleke rojê ya li kuleyê ji îmha kirin.”

ANF Images

Nasnameya gerîlayekî hate aşkerakirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di daxuyaniya 31’ê gulanê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18’ê gulanê de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon meşandiye û di vê operasyonê de hevalekî me şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ne;

Nasnav: Reşo Xerzan

Nav paşnav: Ziya Taş

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Fatîme-Mûsa

Dem û cihê şehadetê: 17’ê gulana 2020’an / Gabar” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar